Li Tirkiyê amarên koronayê: 88 mirî, 2841 pêketî

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 88 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 88 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 11 hezar û 233 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 12ê Mijdarê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 2841 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 404 hezar û 894 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 2181 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 346 hezar û 794 kesan.

Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “2.693 nexweşên me yên nû hatin tomarkirin. Zêdebûna hejmara nexweşên giran didome. Tiştê ku hejmara zêdebûna nexweşan daxe, kêmkirina liv û tevger û temasê ye û herwiha bi hev re pabendbûna bi tedbîran e.”