Çavdêrên siyasî: Birîna mûçeyan zexteke siyasî ye

Çavdêrên siyasî, birîna mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê ji aliyê Parlementoya Iraqê ve, weke cezayeke din a siyasî bo ser Herêma Kurdistanê dibînin.

Hewlêr (K24) – Çavdêrên siyasî, birîna mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê ji aliyê Parlementoya Iraqê ve, weke cezayeke din a siyasî bo ser Herêma Kurdistanê dibînin, bi taybetî Iraq nêzîkî dema hilbijartinan bûye û aliyên siyasî yên Şîe hewl didin bi rêya dijayetiya Herêma Kurdistanê dengên xwe zêde bikin.

Pevçûna siyasî û milmilaniya navbera aliyên Şîe li Bexdayê, careke din li ser para mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê tê meşandin. Bi salan e Herêma Kurdistanê daxwaz dike ku mûçeyên karmendên Herêmê ji milmilaniya siyasetê dûr be.

Îro pêncşemê Parlementoya Iraqê bi dengên parlementerên Şîe û Sunne, li ser projeyasaya deynên derve deng dan û di madeyekê de rê li ber hikûmeta Iraqê girt ku mehane 320 milyar dînar ji bo mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê neşîne, ku ev rêkeftineke di navbera Hewlêr û Bexdayê de bû.

Li gor yasayê, bi ser Herêma Kurdistanê de hatiye sepandin ku pereyên dahata petrol û dahatên din radestî Bexdayê bike, li hember vê, Bexda beşek pere ji Herêma Kurdistanê re bişîne ku ew jî di nav yasayê de nehatiye diyarkirin.