Wezareta Tendirustiyê: 28 kesan bi koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 686 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 28 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 686 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 28 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 686 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku jê 193 kes li Hewlêrê, 189 kes li Silêmaniyê, 36 kes li Germiyanê, 7 kes li Raperînê, 246 kes li Duhokê û 15 kes li Helebceyê ne.

Herwiha ragihand; 28 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 10 kes li Hewlêrê, 8 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Germiyanê, 4 kes li Raperînê, 5 kes li Duhokê.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 411 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku jê 110 kes li Hewlêrê, 35 kes li Silêmaniyê, 26 kes li Germiyanê, 212 kes li Duhokê û 28 kes li Helebceyê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 88456

Mirin: 2788

Başbûn: 54458

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.