Hackerên ji Rûsya û Koreya Bakûr êrişan dibin ser çêkerên vaksîna Koronayê!

Li gor daxûyaniya Microsoftê wan hackeran kompaniyên dermanan yên li Amerîka (DYE), Kanada, Fransa, Hindistan û Koreya Başûr kirine armanc.

Hewlêr (k24) - Microsoft îdîa dike ku hachkerên ji Rûsya û Koreya Bakûr êrişên sîber dibin ser kompaniyên cîhanî yên vaksîna koronayê çêdikin.

Li gor daxûyaniya Microsoftê wan hackeran kompaniyên dermanan yên li Amerîka (DYE), Kanada, Fransa, Hindistan û Koreya Başûr kirine armanc.

Li gor daxûyaniya Microsoftê taybet ew kompaniyên dermanan ên vaksînên dije korona pêş têxin û di pêvajoyê lêkolînên klînîk de ne bûne armanca êrişan.

Hat diyarkirin ku hackerên ji Koreya Bakûr bi riya e-mailan hewla hack-kirinê didin.

Berî niha jî di mijarên cûda de daxûyaniyên bi vî rengî hatibûn dayîn. Lê Rûsyayê ew îddîa red kiribûn.