Lîstika şanoyê "Bêrû" li Rihayê jî hat qedexekirin

Lîstika şanoyê ya bi navê "Bêrû" a Dario Fo ku bo Kurdî hatiye wergerandin, li parêzgeha Riha ya bakurê Kurdistanê jî hat qedexekirin.

Stenbol (K24) - Lîstika şanoyê ya bi navê "Bêrû" a Dario Fo ku bo Kurdî hatiye wergerandin, li parêzgeha Riha ya bakurê Kurdistanê jî hat qedexekirin.

Baroya Rihayê berî niha aşkere kiribû ku roja şemiyê, 14.11.2020, demjimêr 14.00 lîstika şanoyê Bêrû dê li hola konferansê ya Tahîr Elçî bê lîstin û danasîna wê hatibû kirin.

Lê belê Baroya Rihayê duh 13.11.2020an, li hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek belav kir û eşkere kir bi biryara Parêzgeriya Rihayê ya nîşandana  “Bêrû” li Riha û û tevahiya navçeyên wê hatiye qedexekirin.

Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel ji Kurdistan24ê re ragihand: “Lîstika Bêrû ji aliyê Parêzgariya Rihayê ve li bajar û navçeyên wê hat qedexekirin. Hêj ji me re sedema wê negotine. Tenê ji aliyê hêzên ewlehiyê agahdarî hat û me jî îmze kir. Derbarê vê mijarê de, dibe ku em doz vekin. Lîstina vê şanorê li Rihayê, me xwestibû û karûbarên wê jî me girtibû ser xwe. Ji ber ku em ê doz vekin, ev mijar dê biçe dadgehê. Bûyereke wisa li Stenbolê jî qewimîbû. Li wir bi îdiaya 'propagandaya rêxistinê' tê kirin, hatibû qedexekirin. Hinceteke wisa pêşkêşî me nekirin. Birastî em jî meraq dikin çima hatiye qedexekirin.”

Ew lîstika şanoyê ji aliyê nivîskarê Îtalî Dario Fo ve di sala 1978an de hatiye nivîsandin û ji wê demê ve bo gelek zimanan hatiye wergerandin û hatiye listin.

Lîstika şanoyê ‘Bêrû’ ku ji aliyê Dilawer Zeraq ve bo Kurdî hatiye vegerandin, ji aliyê Teatra Jiyana Nû ve ev çend sal e tê nimayîşkirin û heta niha li 100 welatan hatiye nimayîşkirin.

Di 13ê Cotmehê de li Şaredariya Stenbolê di çarçoveya piştevaniya şanoyên taybet de saloneke xwe bo nimayîşa wê lîstikê terxan kiribû. Ew di dîroka şaredariyê de jî yekem gav bû bo Kurdî. Lê Qeymaqamiya Gazîosmanpaşa, nimayîş qedexe kiribû.