Yê romanê bixwîne, dê bizanibe kêm tişt li ser Dr. Seîd zanîbûye

Selim Çurukkaya

Romana “Me Kilîla Çiyayan Wenda kir” di salvegera şehadeta Dr. Seîd Çurukkaya de hate weşandin. Brayê mezin ê Dr. Seîd, Nivîskarê navdar ê Kurd Selim Çurukkaya nivîskarê romanê ye. Bi derketina romana re, hestek germ ligel raya giştî ya Kurd peyda bû. Kurdistan24 ji bo ku bikaribe, proseya nivîsandina romanê, sekna nivîskar û zanyariyek liser proseya nivîsandina romanê bigihîne raya giştî, ev hevpeyvîn ligel rêzdar Selim Çurukkaya lidar xist.

Kurdistan24: Romana te – Me Kilîla Çiyayan Wenda kir, di salvegera şehadeta Dr. Saîd de derket. Hest a nivîsandinê ligel te li Naweran - li cihê şehadeta Doktor de pêkhatiye/durist bû ye. Çawa kek Selîm?

Selim Çurukkaya: Li Naweran, gava ez li meydanên şer digeriyam, min hestiyên mirovan dîtin, serî dîtin... Li erdê di nav pêlavekê de, lingek riziyayî hebû, jêbû bû. Çûm cihê ku Dr. Saîd brîndar ketî, mayinên ku Wî hilkirî, li wir bi rêz li pey hevûdu bûn. Wê demê, Ez jî bi mirinê re berbiçav hatim.

Jiber nepejirandina mirina Dr.Saîd, tevayiya jiyana Wî yekser hate ber çavên min, di mêjiyê min de zindî bû. Yekser min biryara xwe ya – nivîsandina Wî da. Min ev biryara xwe, lipêş kamerayan jî eşkere kir.

Lê diviyabû, ez pirtûkek weha binivîsim, ku Wî nemir bikim, nemir bibe! Berî demek dirêj, bawer im li girtîgehê bû, min di pirtûkek arkeologekî de xwendibû, Arkeolog digot – Li Misrê sedema ku peykerên Firawûn û Jinên wan ewqas xweşik û ciwan hatine çêkirin, ji baweriya hunermendên/peykertaşên wan dihat. Peykertaşan bawer kiriye, ger peykerên çêdikin gelek biser Firawûn û Jinên wan ve biçin, dikarin zindî bin/zindî bimîn in.

Min jî, her bi van hestan romana Dr. Saîd nivîsî. Ger Ez bikaribim bi temamî Wî binivîsim, dê nemir be/nemir bimîne. Bi baweriyek weha min nivîsî.

Romana biografîk, min xwest bi zimanên Tirkî û Kurdî, di salvegera wî de bên weşandin. Armanca min – zindîkirina Wî, Nemirkirina Wî bû.

Kurdistan24: Jiyana Dr. Saîd, qehremaniya Wî – rastiya Kurdistanê ye. Te çawa anî ziman?

Selim Çurukkaya: Civata Kurd gelek kêm tiştan liser Dr. Saîd dizane. Ew hîn, di dema ciwaniya xwe de beşdarî têkoşîna rizgariya Kurdistanê bû. Li Zankoyê rêberê gencan bû. Gava ber bi illegalbûnê çû, jiyanek nehênî destpê kir. Derket çiya, bû fermande yê gerilla, pencemora xwe li gelek bûyeran da, ku bi çendîn romanan jî nikarin werin nivîsîn. Rêxistina, ku tê de cîh girtî, Ew ji civatê veşart, hemû destkeftên Wî, ji kesên ji şer re dûr, gelek dûr re hatin diyarî kirin.

Qehremaniya Wî, ne di şerê dijî DAIŞê de diyar bû. Ew, li çiyayên Kurdistanê, li bajarên Kurdistanê bi sedan seknên qehremanî nîşan dan û pêwistiya qehremaniyan bicîh anî. Li meydanên şer ên Şingalê, Naweran, li Teleskof derkeftina ser dîk a dîrokî, diyardeya Wî ya nû bû. Gelo min karî ye jiyana Dr. Seîd baş bînim ziman an na, gava tevayiya pirtûkê hate xwendin, dê baştir bê têgihiştin.

Kurdistan24: Têkoşîna/Şerê Dr. Seîd hemberî DAIŞ da yî, ji Pêşmergeyên Kurdistanê re, ji her 4 perçeyên Kurdistanê re bû nimûne. We, ev hest/rewş çawa anî ziman?

Selim Çurukkaya: Ji bo Dr. Seîd çar perçe Kurdistan ne bû, yek perçe Kurdistan hebû. Li şerê, li bakur Rojavayê Kurdistanê, li Kurdistana Sûriye, li Kurdistan a Federe fermandeyek girîng  ê şer bû.Rojhilatê Kurdistanê nas dikir. Rahênan a Pêşmerge li wir, ji Wî re gelek girîng bû. Gava Dr. Seîd brîndar ketî, ez hatibûm Hewlêrê. Pêşmergeyek ji rojhilatê Kurdistanê, ku li Otelê hate cem min, ez hembêz kirim û bi giriyek kûr got: “Mamoste, min bihîst ku çavek Doktor nebîn/kor bû ye, ez dixwazim her du çavên xwe bidim Wî”.

Dr. Seîd bêguman ne tenê şervan bû. Ew strateg ê mêzin bû. Liser pêşeroja Kurdistanê xwedî raman û nirxandinên girîng bû. Lê, herweha mirovek gelerî/civatî bû. Ne di nav çarçoweyek diyarkirî de bû, ne wekî raman, ne wekî kesayetî. Di malbatek Musilman de hatibû dinyayê. Di kursên Quranê de Ol a Islamê naskiribû, lê ji bo parastina Êzdiyan, ji bo dijberiya kuştina Êzdiyan çû bû şer - li Şingalê.

Bûn a doktoriyê dabû aliyekî, bi mûşekan avêtibû ser binkeyên serbazî û polîsî, ku êşkence li Kurdan kiribûn, bajar hêla bû, derketibû çiyayan. Rêxistina, ku dinav de cîh girtibû, biryara çalakiyên xwekujiyê da bû, lê Wî berê xwe dabû navend û armancên girîng, berê xwe dabû generalên şer!

Sedema sereke, ku Dr. Seîd li her 4 perçeyên Kurdistanê bû sembolek, gava DAIŞ şerê xwe anî hemberî Kurdan, revyana gelek Kurdan ji welatê xwe, xwe li derya û rûbaran xistin, ji bo dûrketin a ji şer, lê biryara Wî ya berovajî – hatina Kurdistanê ye!

Li Almanya dijî. 2 zanko qedandibûn, pênc ziman gelek baş dizanibû. 2 cihên Wî yên kar hebûn. 12 karker li cem Wî kar dikirin. Gava hevwelatiyên Wî ketin rewş a tengezar de, gava pêwîstiya wan bi alîkariyê çêbû, got: “Gava gelê me pêşberî tevkujiyê bû ye, gava jin ên welatê min di bazarên dîl an de tên firotin, Ez nikarim li Ewrûpa bi rehetî bijîm”.

Kurdistan24: Te, Dr. Seîd wekî bira, wekî heval, wekî general nas kir. Peyama Wî ji bo te, ji bo Kurd, ji bo cîhanê çi bû?

Selim Çurukkaya: Dr. Seîd brayê min bû. Lê, gava Ew 10 salî bû, bi egera xebatên min ên siyasî, li min digeriyan. Min mala xwe bicîh hişt û terk kir. Bi Wî re piştî 13 salan li Girtîgeha Ceyhan me hevûdu dît. Ew xwendevanê zanko yê, ez jî girtiyek bûm!

Li vir hevaltiya me, pêş keft, pirtûkên ku min nivîsandî xwend. Weha têgihiştibû, ku bi doktoriyê nikare birînên giran ên welatê xwe sarêj bike. Wekî şervanê azadiyê da rê, xwest qedera/pêşeroja welatê xwe biguherîne.

Peyama Wî ji bo min û ji bo tevayiya Kurdan ev e: Yek bin, dijminatiya hevûdu nekin, bi dijminên ku welatê we perçe kiriye re kar nekin, welatê we di bin gef û metirsiyê de ye, gelê we di rewşek perîşan de ye! Şev û roj, ji bo rizgariya welatê xwe kar bikin, ji cihê ku beyî tiştek bikin, di nav cih an de bimirin, bijardeya liser piyan mirinê, bidin pêş xwe!

Kurdistan24: We çarçoweya romana xwe wekî biografiya ya Dr. Seîd girt dest, an çarçoweyek berferehtir?

Selim Çurukkaya: Bêguman min ne tenê Dr. Seîd girte dest. Berî ku binivîsim, min gelek liser fikirî. Gelek derdor, nasyar û mirovan jî got “Nenivîse!”. Gava bi van rastiyan re berbiçav hatim, hin rastiyên din min eşkere kirin. Wekî nimune: kesên di Şoreşa Şêx Seîd de beşdar bûn, çima serboriyên xwe ne nivîsandin? Kesên tevkujiyên Dêrsim, Agirî, Sason, Zîlan jiyan, çima bêdeng man?

Sedema sereke û herî girîng ew e: yen sernakevin, nanivîsin! Sedema duyem: metirsiyên liser jiyanê, yên ku sernekeftine ne! Ger binivîsim – dê çi were serê min? Çi were serê dayika min, bavê min, xwişk û brayên min, malbata min, gundê min, bajarê min! Sedema sêyemîn: Ligel Kurdan nebûna ramana nivîsandinê ye, girîngî nedan a nivîsandinê ye!

Min biryara xwe da – ku van her sê sedeman jî, nedim ber çavan! Piştî wê, min dest bi nivîsandina pirtûkê kir. Ya yekem: Ez bi xwe, wekî kesayetî ketibûm nav pêvçûnên mezin – di jiyana xwe ya kurt de, di du dujehan de bi hovan re min şerê xwe da bû, li tu deverê - min binkeft bûn ne pejirandibû û serî netewandibû! Ev sekna min a ruhî ye! Jıber vê yekê, bawer im di nivîsandina destana sedsalî ya gelê xwe serkeft im!

Ya duyem: ger ev pirtûka min nivîsandî, di derdora cîhanê de were weşandin, hem ez, malbata min, gundê min, bajarê min, gelê Kurdistanê jî, dê bikeve bin parastinek giştgîr de. Herî kêm, cîhan dê bibîne çi hatiye serê me û dê bizane jî.

Ya sêyem: Min ew sekna kevnare dişkand. Bi nivîsandina dawî sedsaliya me Kurdan, me dikarî pişta xwe bidin – mîratek nivîsandî! Min hest a vê serbilindiyê kir!

Kurdistan24: Kek Selîm, piştî xwendevan roman qedand – têkoşîna Dr. Seîd, armanca wî, hestên wî, çi taybetmendiyên Wî yên din, dê zêdetir nas bike?

Selim Çurukkaya: Piştî ku xwendevan roman qedand, dê bizane, gelek kêm tişt liser Dr. Seîd zanîbû ye!