Li Kerkûkê 5 cihên çeteyên DAIŞ'ê hatin jinavbirin

Polîsa Federal a Iraqê li zincîreya çiyayên Dulan a ser bi parêzgeha Kerkûkê ve operasyoneke lêgerînê û paqijkirinê pêk anîn. Di encamê de çend cihên çekdarên DAIŞa hatin dîtin û wêrankirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Polîsa Federal a Iraqê li zincîreya çiyayên Dulan ên ser bi parêzgeha Kerkûkê ve operasyoneke lêgerînê û paqijkirinê pêk anîn. Di encamê de çend cihên çekdarên DAIŞê hatin dîtin û wêrankirin.

Polîsa Federal di daxuyaniyekê de ragihand, Yekîneya Pêncem a Polîsa Federal ji bo paqijkirina çiyayê Dulanê li qezaya Daqûq a Kerkûkê operasyoneke ewlehiyê pêk anî.

Li gorî daxuyaniyê, operasyon bi hevkariya Lîwaya 20, Tîma Endezyariya Meydanî û Îstîxbaratê pêk hatiye. Herwiha firokeyên bêfirokvan jî tê de beşdar bûn.

Di encama operasyonê de weke ku di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin û hin wêneyên ku ji aliyê Polîsa Federal ve hatine weşandin, 3 cihên vehewandinê yên çekdarên DAIŞ'ê li gel du erebeyên çandiniyê ku çente û kelûpelên çekdarên DAIŞ'ê tê de bûn û cihê mayîna çekdarên DAIŞ'ê bûn hatin dîtin û piştre hatin jinavbirin.