Wezareta Tendirustiyê amarên nû yên koronayê belav kir

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 659 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 659 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 28 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 659 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku jê 223 kes li Hewlêrê, 159 kes li Silêmaniyê, 35 kes li Germiyanê, 5 kes li Raperînê, 220 kes li Duhokê û 17 kes li Helebceyê ne.

Herwiha ragihand; 23 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 4 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 2 kes li Raperînê, 9 kes li Duhokê.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 232 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku jê 112 kes li Hewlêrê, 14 kes li Silêmaniyê, 28 kes li Germiyanê, 58 kes li Duhokê û 14 kes li Helebceyê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 90259

Mirin: 2866

Başbûn: 55514

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.