Şandeke Iraqî ji bo rêkeftina li ser Şingalê gihişte Hewlêrê

Şandeke hikûmeta Iraqê ligel Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê gihişte Hewlêrê.

Hewlêr (K24) – Şandeke hikûmeta Iraqê ligel Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê, ji bo diyarkirina mekanîzmaya cîbicîkirina rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê gihişte Hewlêrê.

Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, şanda hikûmeta Iraqê bi serokatiya Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Iraqê Qasim Erecî ye û herwiha Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert di nav şandê de ye.

Şanda Iraqî îro sêşemê piştî nîvro gihişte Hewlêrê û ji bo diyarkirina mekanîzmaya cîbicîkirina rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê dê ligel Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed bicive.

Piştî êrîşa DAIŞê di 3yê Tebaxa 2014an de bo ser Şingalê û dagirkirina wê deverê, hejmareke mezin ji Êzidiyan hatin şehîdkirin û beşeke mezin jî hatin revandin, bi awayekî ku heta niha jî zêdetirî du hezar jin û zarokên Êzidî winda ne.

Hebûna hêzên çekdarî û PKKê li Şingalê, li ber rêxistinên navdewletî rêgir bû, ku wê deverê ava bikin, vê jî rê li ber wê yekê girtibû ku xelk vegerin cih û warên xwe û ji kampan derkevin, ku niha ji wan %80 di nav kampan de dijîn.

Di destpêka Cotmeha îsal de Herêma Kurdistanê û Iraqê ji bo vegerandina asayîş, aramî û asayîkirina rewşa Şingalê rêkeftinek kirin, rêkeftineke ku ligel bingeha destûr û yasayan bigunce.