Rojava.. 120 malbat ji Kampa Holê derdikevin!

غelek ji van malbatan naxwazin derkevin, ji ber ku malên wan bi sedema şer hatin rûxandin...

Navenda Nûçeyan (K24) - 120 malbat xwe amade dikin bo ji Kampa Holê derkevin, piştî ragihandina destpêşxeriya Meclîsa Sûriye ya Demokratîk (MSD) ev yekemîn nifş e dê derkeve. Ev malbat hemî ji herêma Dêrazorê ne. Ji berî çend salan ve bi sedema şer û pevçûnan ji malên xwe derketin, serokê encumena sûrî ya koçberan dide zanîn ku tenê malbatên sûrî dê derkevin û di demên bê jî dê nivşin din derkevin.

Lê li alîkî din gelek ji van malbatan naxwazin derkevin, ji ber ku malên wan bi sedema şer hatin rûxandin û bê cih û war man, ya jî malên wan li deverên di bin desthilata rêjîma sûriyê ne newêrin vegerin, ji ber vê yekê dixwazin di kampê de binîmim ta rewşa deverê zelal bibe.

Di dema buhûrî de jî li ser destpêşxeriya rûsipiyên êlên ereban 28 nivş ji kampê derketin û vegeriyan herêmên reqa, tepqa û dêrazorê.

515 kes ji kampa holê li başûrê hesekê derketin û berê xwe dan deverên dêrazorê, li gorî destpêşxeriya MSD ev yekemîn nivş e derketin û derketina malbatên sûrî dê berdewam be.