Pfizer bi fermî daxwaz kir ku vaksîna COVID19 belav bike!

Ev cara yekemîn e kompaniyeke tendirûstiyê daxwaza xwe pêşkêşî rêveberiya Amerîka dike.

Navenda Nûçeyan (K24) - Kompaniya Pfizer, bi fermî ji rêveberiya Amerîkayê (DYA) xwest ku vaksîna xwe ya dije-korona (COVID19) belav bike.

Ev cara yekemîn e kompaniyeke tendirûstiyê daxwaza xwe pêşkêşî rêveberiya Amerîka dike.

Berî çend rojan Pfizerê ragihandibû ku vaksîna wan, li dijî vîrûsa koronayê 95 ji 100ê bandora heye.

Kopaniyê li dawiyê test li ser kal û pîran jî kiriye. Encamên serkeftî derketin holê.

Serokê Amerîkayê Donald Trup jî ragihand ku di zûtirîn dem de vaksîn dê were belavkirin.