Ew ciwanê DAIŞ'ê destê wî biriye serpêhatiya xwe dibêje!

Navenda Nûçeyan (K24) - Evdilselamê 22 salî xelkê Mûsilê ye. Dema DAIŞê Mûsil dagirkiriye destê wî yê rastê birî û xewn û xeyalên wî têk birin.

Evdilselam ji Kurdistan24ê re behsa çîrok û serpêhatiya xwe dike.

Dibêje, "27ê Gûşana 2015'an DAIŞê êrişî mala me kir û got, 'Divê tu li gel me werî ji bo karekî.' Piştî ez li gel wan çûm 8 rojan ez bi tûndî bi berdewamî êşkence dam."

Piştî 8 rojên êşkencedanê DAIŞê destê wî yê rastê bi satûrê birî.