"Li Herêma Kurdistanê û Iraqê dê berf û baran bibare!"

Hewlêr (K24) - Pisporê kêşûhewayê (rewşa hewayê) Sadiq Atiye li ser rûpela xwe ya Facebookê diyar kir ku van rojan baranekî zêde li seranserê Iraq (û Herêma Kurdistanê) dê bibare.
Etîa behsa vê yekê jî kir ku îro yan serê sibê baraneke zêde dê li deverên cûda yên Bexda, Dîwaniye, Kerbela, Necef, Wast, Babil, Diyala, Silêmanî, Hewlêr, Duhok, Kerkûk, piştre Meysan, Bakurê Nînowe, çolên Necef, başûrê Enbarê bibare.
Her wiha pêşbînî kir ku Çarşema li pêş me yan jî şeva Sêşemê li Herêma Kurdistanê baran dê xûrttir bibare û li navçeyên parêzgeha Hewlêrê yên Bakûr berf bibare. Li dawiya vê mehê jî dê pêleka din bibare.