Mirovxwarek hat desteserkirin

Piştî dîtina termê zilamekî ku bû du meh li bajarê Berlîna paytexta Almanyayê winda bû, dozgerê giştî bal dikşîne ser tawaneke mirovxwariyê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî dîtina termê zilamekî ku bû du meh li bajarê Berlîna paytexta Almanyayê winda bû, dozgerê giştî bal dikşîne ser tawaneke mirovxwariyê.

Rojnameya Bild a Almanî ragihandiye ku ew zilamê windabûyî, qurbaniyê destê kesekî mirovxwar e, piştî kuştinê laşê wî xwariye û tawanbar eşkere bû û hat desteserkirin.

Li gor zanyariyan, tawanbar mamosteyê matematîk û kîmyayê bûye li dibistaneke bajarê Berlînê û bi rêya grûpên chat ên hevregezxwazan, ligel qurbaniyên xwe ketiye têkiliyê.

Tawana wî, piştî dîtina parçeyeke hestiyê qurbanî li daristanekê, eşkere bû, ku temenê wî 44 salî ye û karker e û nîvê şevê piştî ku ji mala xwe derketiye, winda bûye.

Dozgerê Giştî yê Berlînê eşkere kiriye ku piştî lêgerîna li mala tawanbar, erebeyeke destan û sarkerekî mezin li jêrzemîna malê hatine dîtin.