Amerîka 45 roj mohletê dide Iraqê

Washington Post ragihandiye; Amerîkayê rê daye Iraqê ku 45 rojên din gaz û elektrîk ji Îranê werbigrin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Washington Post ragihandiye; Amerîkayê rê daye Iraqê ku 45 rojên din gaz û elektrîk ji Îranê werbigrin û biryara piştî wê jî bo dema serokê nû yê Amerîkayê Joe Biden dimîne.

Rojnameya Washington Post a Amerîkayê belav kiriye ku Wezareta Derve ya Amerîkayê eşkere kiriye; Amerîka rê dide ku 45 rojên din Iraq, gaz û elektrîkê ji Îranê hawirde bike. Bi vî awayî îdareya Trump biryara qutkirin an rêdanê, bo dema serokatiya Joe Biden dihêle, ku 20ê Çile ya sala nû dest bi kar dike.

Rojnameyê eşkera kiriye; Washington dirêjkirina demê û gefên vekişîna balyozxaneyê, wek guvaş li ser Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi kar tîne, ku Iraq kêmtir pişt bide hikûmeta Îranê û hejmûna milîsên Iraqê û piştevaniyên Îranê bê kêmkirin.

Ev di demekê de ye ku Iraqê ji bo dabînkirina enerjiya navxwe pêngav avêtine. Li gor amaran, Iraq di nava 17 salên borî de zêdetirî 50 milyar dolar di sektora elektrîkê de xerc kiriye, lê hê jî pêwîstiya wê bi elektrîk û gaza Îranê heye.