Ji ber vîrûsa korona (COVID19) bi cilûbergên astronotan digere!

Li kolanên Rio de Jeneiro dîmenê ew kesê bi cilûbergên astronotan hate belavkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Vîrûsa koronayê (COVID19) tirsa xwe li seranserê cîhanê belav kiriye. Lewma mirov bi şêweyên cûr bi cûr hewl didin ku xwe jê biparêzin. Li welatê Brezîlya, bajarê Rio de Janeiro kesek, da ku xwe ji koronayê biparêze cilûbergên astronotan dike ber xwe.

Li kolanên Rio de Jeneiro dîmenê ew kesê bi cilûbergên astronotan hate belavkirin.

Li gor daxûyaniyên fermî, li Brezîlya 5 milyon û 983 hezar kes bi vîrûsa koronayê ketine.

Li seranserê cîhanê jî hejmara pêketiyên koronayê ji 57 milyonan zêdetir e. Kesên canê xwe ji dest dane jî ji 1 miyon û 372 hezar kes in.

Yên sax bûne, ji 39 miyon û 969 hezar kesan, yên tên dermankirin jî 16 milyonan zêdetir in.