Li Herêma Kurdistanê hejmara mirina bi Koronayê 3 hezar kes derbas kir

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 488 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 21 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 488 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 21 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 488 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku jê 152 kes li Hewlêrê, 128 kes li Silêmaniyê, 178 kes li Duhokê, 6 kes li Helebceyê, 16 kes li Germiyanê, 8 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand; 21 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 6 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 3 kes li Duhokê û 1 kes li Helebce, 2 kes li Germiyanê û 3 kes li Raperînê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 164 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 93921

Mirin: 3015

Başbûn: 58105

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.