Heleb.. Li Babê teqîn

Bajarê Bab di kontrola Tirkiye û grûbên çekdar ên bi ser ve ye.

Navenda Nûçeyan (K24) - Di teqîna li bajarê Babê yê bakûrê Helebê de 5 kes hatin kuştin û 19 kes brîndar bûn.
Rewangeha Sûriye bo Mafên Mirovan belav kiriye, "Îro li meydana Qebasîn ê bajarê Babê teqînek bihêz rû da. Di encamê de Rêveberê Bingeha Polîsan li bajarokê Bizaxe yê derdora Babê jî di nav de 5 kes hatin kuştin û 19 kesên din brîndar bûn.."
Li gor Rewangehê teqîn bi rêya otombîlek bombebekirî pêk hat. Bajarê Bab di kontrola Tirkiye û grûbên çekdar ên bi ser ve ye.