Pêşmerge û Artêşa Iraqê navenda hevbeş pêk tînin

Xebatên avakirina navenda hevbeş a hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê bileztir bûne.

Hewlêr (K24) – Xebatên avakirina navenda hevbeş a hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê bileztir bûne û her du navendên Hewlêr û Bexdayê hatine aktîvkirin û di civîna dahatû ya her du aliyan de dê behsa vekirina navendên din were kirin.

Pêngavên vegerandina hêzên Pêşmerge bo deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê hatine bilezkirin û du navendên hevbeş hatine damezrandin ku yek ji wan li Bexdayê û ya din jî li Hewlêrê ye, biryar e sê navendên din jî werin damezrandin.

Birîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn diyar kir ku di demeke nêz de her du lijne dê kom bibin û li ser çarenûsa navendên din ên hevbeş dê biryar bidin.

Serbest Lezgîn herwiha eşkere kir ku hemû hewldan têne kirin, da ku di demeke herî nêz de ew navend werin avakirin û hêzên Pêşmerge vegerin deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê.

Rola hêzên Hevpeymaniya Navdewletî di bilezkirina rêkarên vekirina wan navendan de heye û hişyariya car din serîhildana DAIŞê didin.

Almanya jî yek ji wan welatan e ku roleke wê ya sereke di bernameya çaksaziyê de heye û alîkariya serbazî pêşkêşî hêzên Pêşmerge dike.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Almanyayê yê li Kurdistan û Iraqê diyar kir: “Hemahegiya navbera me û Wezareta Pêşmerge armanceke Almanya û Hevpeymaniya Navdewletî ye, ku ji bo wê dixebitin, piştî qonaxa şerê Pêşmerge û hêzên Iraqê li dijî DAIŞê. Niha qonaxeke din a hemahengiya me dest pê kiriye. Loma me bala xwe daye ser pişgirîkirina saziyên ser bi Wezareta Pêşmerge, beriya hemûyan jî em piştevaniya proseya çaksaziya nav Wezareta Pêşmerge dikin.”

Biryar e şanda bilind a hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê bicivin. Çend proje jî hene ku dê li ser wan gotûbêj bikin ji bo vegerandina hêzên Pêşmerge bo wan deveran.

Biryar e, navenda hemahengiya hevbeş a hêzên Iraqê û hêzên Pêşmerge, li Kerkûk, Diyala û Mûsilê werin avakirin, lê belê heta niha li ser avakirina navenda hemahengiyê ya Kerkûkê nakokî heye. Biryara dawî jî, bo civîna dahatû ya lijneyên her du aliyan maye.