Erdogan: Li Tirkiyê pirsa Kurd nemaye

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand: "Li vî welatî pirsa Kurd tine ye."

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand: “Li vî welatî pirsa Kurd tine ye, eger hebe jî, min got berpirsê wê ez im û emê çareser bikin. Hemd ji Xwedê re, me ew jî çareser kir.”

Recep Tayyip Erdogan di civîna AK Partiyê de ragihand: “Hinek kes radibin, weke ku li Tirkiyê ti tiştek nehatiye kirin, her tişt weke berê mane û tenê ew bi xwe dikarin rastiyan bibêjin, diaxivin. Em van axaftinan qebûl nakin.”

Erdogan got: “Dibêjin pirsa Kurd. Pirsa Kurdê çi? Li vî welatî pirsa Kurd tine ye, eger hebe jî, min got berpirsê wê ez im û emê çareser bikin. Hemd ji Xwedê re, me ew jî çareser kir.”

Serokomarê Tirkiyê diyar kir: “Di sala 2005an de min di axaftina xwe ya Diyarbekirê de got, li vî welatî pirsa Kurd tine ye.”

Recep Tayyip Erdogan dibêje: “Çi dibêjin? Filankes çima di zindanê de ye. Helbet emê wan xelat nekin.”

Li ser gotinên Bulent Arinç ku gotibû "divê her kes pirtûka bi navê Dewran a Selahedîn Demîrtaş bixwîne", Erdogan dibêje: “Ji vê jî wêdetir, pêşniyarkirina xwendina pirtûkekê ku yek ji wan terorîstan nivîsandiye, bi rastî jî ez êşandim.”