Okumuş: Îstiqrara Tirkiyê girêdayî çareserkirina pirsa Kurd e

Siyasetmedar Abdulhay Okumuş li ser gotinên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên derbarê pirsa Kurd de axivî.
kurdistan24.net

 

Hewlêr (K24) – Siyasetmedar Abdulhay Okumuş ragihand: “Heta ku pirsgirêka Kurd bi awayê mafên kolektîf neyê çareserkirin, Tirkiye ne bi awayekî aborî, ne bi awayekî hiqûqî, ne jî bi awayê siyasî, ne mimkun e ku bigihîje îstiqrarekê.”

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di civîna AK Partiyê de got ku li Tirkiyê pirsa Kurd nemaye û ew bi xwe pirsa Kurd çareser kiriye.

Siyasetmedar Abdulhay Okumuş ji bajarê Diyabekirê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser vê mijarê bersiv da pirsên Cemal Batun.

Abdulhay Okumuş diyar kir: “Eger çareserkirina pirsa Kurd bi tenê avakirina TRT Kurdî be, li gor Serokomarê Tirkiyê, li gor xwe çareser kiriye. Lê heta sala 2005an ku ew bi xwe jî qal dike, wî bi xwe got 'ezê pirsgirêka Kurd çareser bikim, pirsgirêka Kurd heye', wî bi xwe bi nav kir pirsgirêka Kurd. Lê naveroka wê bi nav nayê kirin, di erdnîgariya Tirkiyê de jî eger 25-30 milyon hejmara Kurdan hebe, divê ev mafê wan ê kolektîf were ziman, wekî perwedeya bi zimanê zikmakî, wekî nasnameya di makezagonê de bi awayekî fermî bê pejirandin, wekî zimanê Kurdî bibe zimanê fermî yê duyem li Tirkiyê. Birastî daxwazên Kurdan ên maqûl, meşrû û masûm tên redkirin.”

Li ser axaftina Serokomarê Tirkiyê ku gotibû pirsa Kurd li Tirkiyê nemaye, Abdulhay Okumuş destnîşan kir: “Ev tê wê wateyê ku ji avakirina komara Tirkiyê û heta niha, çawa ku li ser Kurdan red û înkar û heta îmha hatine kirin, ev jî ji nû ve vegeriya ser siyaseta kevn a komara Tirkiyê û niha jî mafên Kurdan ên meşrû red dike, an jî înkar dike û dibêje 'me çareser kiriye', lê pirsgirêka Kurd li Tirkiyê çareser nebûye.”

Abdulhay Okumuş bal kişande ser wê yekê ku îstiqrara Tirkiyê, girêdayî çareserkirina pirsa Kurd e û got: “Heta ku pirsgirêka Kurd bi awayê mafên kolektîf ku me jimartin, neyê çareserkirin, Tirkiye ne bi awayekî aborî digihîje îstiqrarekê, ne bi awayekî hiqûqî, ne jî bi awayê siyasî, ne mimkun e ku bigihîje îstiqrarekê.”

Derbarê sedema helwesta Recep Tayyip Erdogan li hember pirsa Kurd de, siyasetmedar Abdulhay Okumuş eşkere kir: “Piştî 2011an, ez bawer im ku têkiliya wan û partiyeke nijadperest ku bi MHPê re têkilî danî û piştî wê jî pergala serokatiyê hat, ji bo îqtîdara xwe û serokatiya xwe bimeşîne û karibe xwe biparêze û kursiya serokatiyê bernede, bi nijadperestan re û siyaseta nijadperest bi xwe jî meşiya û girseya xwe jî anî ser xeteke nijadperest.”