“Bi 2 armancên sereke Tirkiye li Idlibê hêza xwe zêde dike”

Tirkiye ya ku li Sûriyê xalên xwe yên çavdêriyê vala dike beramberî operasyonên Rûsyayê yên li ser Idlibê hêza xwe ya leşkerî jî li Idlibê zêde dike.
kurdistan24.net

 

Enqere (K24) – Tirkiye ya ku li Sûriyê xalên xwe yên çavdêriyê vala dike beramberî operasyonên Rûsyayê yên li ser Idlibê hêza xwe ya leşkerî jî li Idlibê zêde dike. Li gorî hin pisporên Tirkiyê, Tirkiye ji bo ku pêşeke nû ya penaberan neye ser sînorê wê hêza xwe rêdike Idlibê. Lê gorî hin pisporan jî armanca Tirkiyê ya zêdekirina leşkeran li Idlibê cuda ye û ev yek jî dê fişara Rûsyayê ser Tirkiyê zêde bike.

Piştî ku Tirkiyê ji 12 xalên xwe yên çavdêriyê yên li Sûriyê derdora Idlibê 4 ji wan betal kirin, opersasyonên Rûsyayê yên li ser Idlibê jî zêde bûne. Beramberî zêdebûna operasyonên Rûsyayê, Tirkiyê careke din veguhestina leşkerên xwe bo Idlibê zêde kir.

Bi boçûna pisporê rojhilata Navîn Oytun Orhan her çiqas Tirkiye ji xalên xwe yên çavdêriyê vekêşiya be jî ji Idlibê venekişiya ye û ji ber êrîşên Rûsyayê ji bo ku pêleke nû ya penaberan berê xwe nedin Tirkiyê li Idlibê hêzên xwe yên leşkerî zêde dike

Pisporê Rojhlata Navîn Oytun Orhan ji K24ê re wiha axivî: “Vekişîna Tirkiyê ya ji 4 xalên çavdêriyê nayê vê wateyê ku Tirkiye dê ji Idlibê temamî derkeve. Tirkiyê leşkerên xwe yên ji wan xalan rêkirin derdora Idlibê û rêkirina leşkeran bo Idlibê dê bidome. Bibiryariya Tirkiyê ya li ser Idlibê dê berdewam bike û Tirkiye ji bo ku di heymên bê de pêleke nû ya penaberan berê xwe nedin ser Sînorê Tirkiyê hêza xwe li wê derê zêde dike.”

Li gorî pisporê rojhilata Navîn Can Acun jî bi du sedeman Tirkiye hêzên xwe yên li Idlibê zêde dike lê ev yek dê fişara Rûsyayê ya li dijî Tirkiyê jî zêde bike.

Pisporê Rojhilata Navîn Can Acun dibêje: “Idlib ji bo Tirkiyê ciheke gellek girîng e û ji bo ewlhiya xwe ya netewî hebûna xwe li wê derê zêde dike. Armanca Tirkiyê ya zêdekirina leşkeran li Idlibê ew e ku pêşiya êrîşên Rûsya, Rejîma Esad û Îran yên li ser Idlibê bi hêzên leşkerî rawestîne. Ger Idlib ji kontrola Tirkiyê derkeve dê siyaseta Tirkiyê ya Sûriyê jî gellek lawaz bibe lpma habûna xwe li Idlibê zêde dike. Lê ev yek dê fişara Rûsyayê bo ser Tirkiyê zêde bike.”

Kêşeya Idlibê di navbera Tirkiye û Rûsyayê de ev du sal zêdetire weke kêşeyeke neçareserkirî berdewam dike û her dawî di 13ê Mijdarê de nûnerê Taybet yê Serokê Rûsyayê bo Sûriyê Aleksandr Lavrentyev di serdana xwe ya bo Tirkiyê de mijara demeke nezde çareserkirin û valakirina Idlibê bi rayedarên Tirkiyê re axaftibû. Piştî vê serdanê ev hewla Tirkiyê weke ku dê demeke nêz de mijara Idlibê bê çareserkirin tê nirxandin.