Berdevkê Hikûmeta Iraqê dest ji kar berda

Berdevkê Hikûmeta Iraqê Ehmed Mela Telal destjikarberdana xwe ragihand.

Hewlêr (K24) – Berdevkê Hikûmeta Iraqê Ehmed Mela Telal destjikarberdana xwe ragihand.

Ehmed Mela Telal li ser hesabê xwe Twitterê destjikarberdana xwe ragihand.

Telal di tweetekê de diyar kiriye: “Ev peywira gelek hûrgilî û hestyar, zilamekî niştimanî û xwedî niyeteke rastgo da min, lê têgihiştina min cuda ye.”

Ehmed Mela Telal herwiha dibêje: “Ezê di xizmeta welatê xwe de li cih û warên din berdewam bibim.”