Şemzînana navçeya Colemêrgê bi berfê xemilî

Berfa ku li navçeya Şemzînanê ya ser bi Colemêrgê dest pê kir, dîmenên ciwan derxist holê.

Navenda Nûçeyan (K24) - Berfa ku li navçeya Şemzînanê ya ser bi Colemêrgê dest pê kir û bi navber barî, bandoreke neyênî li ser jiyanê kir.

Ji ber berfê hin şofêran zehmetî kişandin û nekarîn bi rehetî wesayîtên xwe biajon, esnaf û welatiyan, berfa li ber kargeh û malên xwe paqij kirin.

Li navçeya ku spî bû, darên ku bi berfê xemilîn dîmenên xweşik derxistin holê.

Ji welatiyan Sabîr Atmaca diyar kir ku li navçeyê berfa ewil a demsalê barî û got: "Navçeya me bi befê spî xemilî. Hewa sar bûye. Înşeallah ev pêvajo tenduristiyê û sihetê bîne welatê me û vîrusa koronayê xilas bike. Berf li bajarê me tê."