Rêxistinekê bi navê xêrxwazî welatiyên Duhokê xapandin: Sê kes hatin desteserkirin

Li bajarê Duhokê rêxistinekê bi navê karên xêrxwazî bi milyonan dolar pereyên welatiyan birine.
kurdistan24.net

 

Duhok (K24) – Li bajarê Duhokê rêxistinekê bi navê karên xêrxwazî bi milyonan dolar pereyên welatiyan birine û sê kesên endamên rêxistinê hatin desteserkirin.

Yek ji welatiyên ku ketiye kemîna wê rêxistinê, ji Kurdistan24ê re eşkere kir ku 40 hezar dolarên wî, ji aliyê wê rêxistinê ve hatiye birin.

Herwiha destnîşan dike ku wê rêxistinê zêdetirî çar milyon dolarên xelkê birine, beşek welatiyên ku ketine kemîna rêxistinê, kesên bazirgan in.

Di destpêka meha Tebaxa 2019an de wê rêxistinê baregeha xwe li Duhokê vekiriye û banga wê yekê kiriye ku ew alîkariya xelkê hejar û astengdaran dikin, bi navê bazirganî û karên xêrxwazî gelek pere ji xelkê wergirtine û xelk jî bi wan bawer kiriye.

Beşek ji wan kesên pere ji wan hatine standin, li dadgehê li dijî rêxistinê doz vekirin.

Rêveberê Ragihandina Polîsê Parêzgeha Duhokê Hêmin Silêman ji Kurdistan24ê re ragihand ku wê rêxistinê fêleke mezin li xelkê kiriye û zêdetirî 10 kesan li dijî rêxistinê doz vekirin û dadger biryara desteserkirina pênc kesan daye, ku di rêxistinê de dixebitîn, sê kes hatine desteserkirin.