Li Îranê Serokê xebatên atomî hat kuştin! Netanyahu behs kiribû

Li bajarê Absard çend çekdarên di otomobîl de gulle li Fexrîzade barandine.

Navenda Nûçeyan (K24) - Îro zana û damezirînerê enerjiya atomî ya Îranê Mûhsin Fexrîzade hat kûştin. Fexrîzade di heman demî de Serokê Rêxistina Lêkolînên Atomî û Nûjeniyê (Onnovasyon) yê Wezareta Parastina Îranê bû.

Li gor zanyariyên medyaya Îranê, li Parêzgeha Tehran bajarê Absard çend çekdarên di otomobîlek3e de gûlle li otomobîla Fexrîzade barandine.

Di encama pevçûna bi çekan de Fexrîzade canê xwe ji dest da. Her wiha hat diyarkirin ku 3 êrşikeran jî canê xwe ji dest dane.

Wezareta Parastinê ya Îranê di daxûyaniyê de got,

"Roja Înî piştî nîvro, êriş birin ser tirimpêla Serokê Rêxistina Lêkolîn û Nûjeniyê ya Wezareta Parastina Îranê Mûhsîn Fexrîzade têde. Di dema pevçûnê de di navbera tîma ewlehiyê û êrişlaran de Fexrîzade bi giranî birîndar bû û hate rakirin bo nexweşxaneyê.

Mixabin, tîmê bijîşkî di vejîna wî de bi ser neket û çend hûrdem berê, ev rêvebir û zanyar, piştî xebat û tekoşîna salan, gihîşt şehadetek berz."

Her wiha medyaya Îranê balkişandin ser axaftina Serokwezîrê Benyamîn Netanyahû. Netanyahû di axaftineka xwe de li dijî xevatên Îranê yên atomî axaftibû û behsa Mûhsîn Fexrîzade kiribû.