Zanayê atomî yê Îranê çawa hat kuştin?

Rojnameyeke Îranî çîroka çawaniya kuştina zanayê atomî yê Îranê Muhsîn Fexrîzade belav kiriye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rojnameyeke Îranî çîroka çawaniya kuştina zanayê atomî yê Îranê Muhsîn Fexrîzade belav kiriye, ku duh danê nîvro hat kuştin.

Li gor çavkaniyên rojnameya Îranî, karwana otomobîlên Muhsîn Fexrîzade ji ber mala xezûrê wî, li gundê Rostem Kela yê li parêzgeha Mazenderan a li bakurê Îranê, bi rê ketibû û ev rê heman ew rê bû ku Fexrîzade her meh ji bo serdana mala xezûrê xwe, li ser wê rêyê derbas dibû.

Karwana wesayîtên Fexrîzade, ji sê otomobîlan  pêk dihat, wesayîta pasevanên taybet li pêş, wesayîta wî li navîn û wesayîta ku hevjîna wî tê de bû û ji êrîşê rizgar bû, li paş bû.

Piştî demjimêrek birêveçûnê, karwana wesayîtan gihiştiye derdora bajarokê Abserd Demawendî yê ser bi parêzgeha Tehranê, kîlometreyek berî bigihîjin Abserd, wesayîta pasevanên wî rastî êrîşeke gulleyan hatin, piştre karwana wesayîtan rawestiya û pîkapek ku dar bar kiribû, rasterast piştî rawestana karwanê, teqiya. Ev jî li gor rojnameya Îranî, nîşan dide ku teqekirina li karwanê, ji bo wê yekê bû ku neçar bin rawestin û otomobîl pê de biteqe.

Teqînê zirareke mezin gihande wê otomobîla ku Muhsîn Fexrîzade tê de bû û piştî teqînê, otomobîla Fexrîzade bi tundî hat gullebarankirin. Şofêrê otomobîlê hewl daye otomobîlê biajo û ji wê derê biçe, lê ji ber ku çend gulle lêketibûn, canê xwe ji dest da û otomobîla Fexrîzade rawestiya.

Piştî rawestana otomobîlê, gulle bi piranî ber bi Fexrîzade hatine berdan, li gor zanyariyên malpera Îranî, êrîşkar bêyî ku nêzîk bibin, ji çend aliyan ve gulle berdane. Di encamê de çar gulle li sîng û stûyê Fexrîzade ketine û piştî wê yekser jiyana xwe ji dest daye.

Muhsîn Fexrîzade weke "bavê atoma Îranê" dihat nasîn û bûye çarem zanayê atomî ku peywendiya wan bi bernameya atomî ya Îranê heye û hatine kuştin. Berî Fexrîzade; Mecîd Şehriyarî, Ehmedî Roşin û Daryoş Rezayînejad jî hatibûn kuştin.