PDK-S: Keda Hemîd Kiliçaslan ji bo rojavayê Kurdistanê mezin e

Siyasetmedar û zimanzanê Kurd Hamît Kiliçaslan ku ji ber nexweşîna korona covît 19 canê xwe jidest da, li gundê ku jidayîkbûbû, gundê Dêrika Smaîlaxa ya ser bi Mêrdînê ve ye; hat defin kirin.
kurdistan24.net

 

Diyarbekir (K24) – Siyasetmedar û zimanzanê Kurd Hamît Kiliçaslan ku ji ber vîrûsa Korona Covîd-19 canê xwe jidest da, li gundê ku jidayîk bûbû, gundê Dêrika Smaîlaxa ya ser bi Mêrdînê ve ye; hat defin kirin. Merasîma Hamît Kiliçaslan li gel rênimayên pandemiyê, bi beşdariyeke girseyî birêve çû.

Hamît Kiliçaslan ango Hemîdê Smaîlaxa di 72 saliya xwe de, piştî ku teqrîben 40 roj tedawiya covîd 19 dît û di 27'ê Mijdarê de li Enqerê çû ser dîlovaniya xwe, di 28'ê Mijdarê de, li gundê Dêrika Smaîlaxa ku lê jidayîkbûbû hat defin kirin. Beşdarên merasîmê balê kişandin ku Hemîdê Smaîlaxa jiyana xwe ji bo şopa doza azadiya gel û welatê xwe derbas kiriye û dê ew şop jî berdewam bike.

Kurê Hemîdê Smaîlaxa Welat Kiliçaslan da zanîn ku bavê wî şopgerekî nemir Mele Mistefa Barzanî bû û her tim jî ji bo wan û derdorê xwe hişyarî û heskirina doza gel welat û welat bilêv dikir.

Kurê Hamît Kiliçaslan Welat Kiliçaslan ji K24 re got: "Barekî giran ji bo me hiştiye û em jî divê hewl bidin da ku wî barî rabigirin. Divê em baştirîn şêwazî nîşan bidin ku em kurên wî ne, wî rêya neteweperwerî bo me nîşan daye. Ji bo Serxwebûna Kurdistanê xebat kir û xemxwarê welat û milêtê xwe bû. Divê em jî hewl bidin ku ew gavên wî avêtiye bipaş nekevin û her zindî bimînin."

Ji Partî Demokrat a Kurdistanê - Sûriyê (PDK-S) û Encûmeniya Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), ji partî û saziyên li bakurê Kurdistanê, saziyên sivîl yên li bakûrê Kurdistanê nûner û gelek kesayet serbixwe yên heskiriyên Hemît Kiliçaslan jî li merasîmê amade bûn.

Berpirsê PDK-S'ê yê Mêrdînê Mehmûd Remo jî da zanîn ku keda Hemîdê Smaîlaxa ji bo Kurdên ji seranserê Kurdistanê çêbûye û bi taybet jî ji bo Kurdên li Sûriyeyê jî her tim pişt û piştgirikî bûye.

Berpirsê PDK-S'ê yê Mêrdînê Mehmûd Remo got: "Piştî şoreşa li Sûriyeyê ku em koçberî bakur bûn, piştgriyeke baş da me û deriyên wî vekirî bûn.  Bê tirs û bê pîvan bû. Mamoste Hemît pêşîlêgirt ku gelek kadro û ciwanên me ji welatên xwe koç bikin biöin Ewrûpayê. Em ji bo wî çi bibêjin nikarin heqê wî bidin, lê em dikarin ew baweriyên wî, ew rê û rêbaza ku pê bawerbû, ew xebatên wî yên ji bo Alaya Kurdistanê ku 48 sal domiyan, em heval û hogirên wî bi tevahî wê rêyê bişopînin û wê alê bigihînin aramncên wê."

Nas û dostên Hemîd Kiliçaslan jî balê kişandin ku ew kesayetekî taybet û xwedî hizreke berfirehbûye. Nivîskarê Kurd Cano Amedî jî anî ziman ku divê keda wî neyê jibîr kirin.

Nivîskar Cano Amedî got: "Kek Hemît ji salên 1970'an û virve gund bi gundên Kurdistanê geriya ye û ked daye. Kedkar û dildarekî doza neteweyîbû. Di hemû deman de risk girtiye, ji qada têkoşînê qut nebûye. Heta sala 1983'an liv an deran, li bakûr, rojava, rojhilat û hemû Kurdistanê xebatên siyasî domand.  Li Ewrûpayê jî di warê çandî de gelek xebatên wî yên serkeftî hene.

Hemît Kiliçaslan di sala 1948'an de li gundê Dêrika Smaîlaxa jidayîkbûye û di sala 1968'an de li nav Partî Demokratî Kurdistan de, li bakûrê Kurdistanê dest bi xebatên  siyasî dike. Hemît Kiliçaslan xebatên xwe yên li ser ziman jî di nav koma Kurmancî de dimeşand û herî dawî berdevkê PDK-Bakur bû.