Ewlekariya Neteweyî ya Îranê bo Îsraîlê: Kuştina Fexrîzade bê bersiv namîne

Endamekî Perlemana Îranê radigihîne, vekolînên destpêkê nîşan didin ku destê Îsraîlê di kuştina zanayê atomî Fexrîzade de heye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamekî Perlemana Îranê radigihîne, vekolînên destpêkê nîşan didin ku destê Îsraîlê di kuştina zanayê atomî Muhsin Fexrîzade de heye.

Berdevkê Komîteya Ewlehîya Neteweyî ya Parlemana Îranê Ebûfadil El-Amoy di civîna girtî ya Perlemana Îranê de got: "Rayedarên ewlekariyê derbarê kuştina zanyar Muhsin Fexrîzade de agahiyên girîng bi dest xistin."

El-Amoy got: “Em ê bersiva kuştinê bidin û Îsraîl şaşitiyeke stratejîk dike, eger bifikire ku operasyona wê dê bê bersiv bimîne.”

 Zana û damezirênerê enerjiya atomî ya Îranê û Serokê Rêxistina Lêkolînên Atomî û Nûjeniyê (Onnovasyon) ya Wezareta Berevaniya Îranê Muhsin Fexrîzade roja 27ê vê mehê li gundê Rostem Kela yê li parêzgeha Mazenderan a li bakurê Îranê di êrîşeke çekdarî de hatibû kuştin.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Perlemana Îranê Mihemed Baqer Qalîbaf jî îro tekez kir ku xwîna zanyarê atomî Fexrîzadeh dê sînordariyên li ser bernameya atomî rake û rê li ber rakirina cezayên li dijî welat veke.