"Tirkîye ji Biden daxwaza qutkirina peywendîyên bi YPGê re dike"

"Tirkîye wê ji rêveberîya Biden daxwaz bike ku ew li Rojavayê Kurdistanê peywendîyên xwe yên li gel YPGê qut bike..."

 

Diyarbekir (K24) - Piştî ku Serokê nû yê Amerîkayê Joe Biden kabîneya xwe bi raya giştî ra ragihand û şûnde li Tirkîyeyê din av medya û sîyasetê da herî zêde li ser navê Wezîrê Derve yê nû nîqaş û nirxandin têne kirin. Di vê çarçoveyê da sazîya ramanî ya SETAyê ku nêzî hikûmetê ye, bi ser navê; "Polîtîkaya Derve ya Amerîkayê û Peywednîyên Tirkîye û Amerîkayê panelekê dijîtal lidarxist.

Nûnerê SETAyê li Washingtonê Kiliç Bugra Kanat da zanîn ku, di peywendîyên Tirkîye û Amerîkayê da 3 problemên sereke hene ku ew her 3 problem bandorên neyînî didin ser peywendîyan.

Nûnerê SETAyê li Washingtonê Kiliç Bugra Kanat dibêje, "Niha 3 kêşeyên sereke hene ku çareser nabin. Yek, helwesta neyînî ya Kongreya Amerîkayê ye. Biryara gemaroyan tim ew dide. Ya duyem, raya giştî ya Amerîkayê li dijî Tirkîyeyê ye. Ya sêyem jî, peywendîyên Tirkîye û Rûsyayê. Di heyama nû da jî wê ev her 3 problemên sereke neyên çareserkirin."

Akademîsyen û pispora peywendîyên navdewletî Ozlem Zeynep Oktav jî destnîşan kir ku, Tirkîye wê ji rêveberîya Biden daxwaz bike ku ew li Rojavayê Kurdistanê peywendîyên xwe yên li gel YPGê qut bike.

Oktav jî dibêje, "Tirkîye wê ji Biden daxwaz bike ku ew peywendîyên li gel PKK û YPGê qut bike. Nebe jî bila sînordar bike. Her wiha Tirkîye dixwaze di mijara S-400an da Amerîka wê fêm bike û biryara gemaroyan nede. Her wiha Tirkîye naxwaze li herêmê bibe cendirmeyê Amerîkayê. Ger Biden dixwaze divê guh bide van daxwazên Enqereyê."

Di peywendîyên Enqere û Washongotonê da ji ber S-400an egera gemaroyên CAATSAyê û alozî û nakokîyên li ser politikaya Sûrîye û Rojavyê Kurdistanê heye. Pispor didin zanîn di heyamekê kurt da mimkun nîne ku peywendîyên her du welatan asayî bibe.