Serokatiya Herêma Kurdistanê kuştina zanayê Îranî şermezar dike

Serokatiya Herêma Kurdistanê ji ber kuştina zanayê atomî Muhsîn Fexrîzade, sersaxî li serkirdetî û gelê Komara Îslamî ya Îranê dike.

Hewlêr (K24) – Serokatiya Herêma Kurdistanê ji ber kuştina zanayê atomî Muhsîn Fexrîzade, sersaxî li serkirdetî û gelê Komara Îslamî ya Îranê dike.

Serokatiya Herêma Kurdistanê îro duşemê bi rêya Twitterê ragihand: “Em kuştina zanayê Îranî Muhsîn Fexrîzade ku di êrîşeke çekdarî de hat terorkirin, şermezar dikin. Em sersaxî arasteyî serkirdetî û gelê Komara Îslamî ya Îranç û malbata wî dikin.”

Muhsîn Fexrîzade ku weke bavê atomî yê Îranê tê nasîn, roja înê li nêzîkî Tehranê hat kuştin.

Îran, Îsraîlê bi kuştina Muhsîn Fexrîzade tohmetbar dike û gefa tolhildanê dixwe.