Şemxanî: Îran cihê kuştina Fexrîzade dizanîbû

Sekreterê Encûmena Asayîşa Netewî ya Îranê Elî Şemxanî ragihand; Îranê pêşbînî dikir ku hewl kuştina Muhsîn Fexrîzade, li wê derê were dayîn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Encûmena Asayîşa Netewî ya Îranê Elî Şemxanî ragihand; Îranê pêşbînî dikir ku hewl kuştina Muhsîn Fexrîzade, li wê derê were dayîn.

Elî Şemxanî îro duşemê 30ê Mijdara 2020an ji televîzyona Îranî re diyar kiriye: “Hêzên ewlehiyê yên Îranê pêşbîniya hewla kuştina zana Fexrîzade dikir û her li wê derê hat kuştin, lê ev mijar bi cidî negirtin, ji ber ku ev agahî, di nava 20 salên derbasbûyî de behsa plana kuştina wî dihate kirin.”

Şemxanî herwiha destnîşan kiriye: “Em li ser piştevaniya pasevanên Fexrîxade dixebitîn, lê dijmin bi awayekî nû û profesyonel kuştina Fexrîzade cîbicî kir.”

Elî Şemxanî gotiye: “Fexrîzade zanayekî bêhempa yê atomî bû, roleke wî yê mezin di pîşesazî û berevaniya atomî de hebû, lê li Îranê gelek nimûneyên weke Fexrîzade hene, dijmin nikare dawî li şiyana wan bîne.”

Muhsîn Fexrîzade, Serokê Navenda Lêkolîna Teknolojî ya Wezareta Berevaniyê ya Îranê bû û roja înê 27ê vê mehê li nêzîkî Tehranê hat kuştin, ku Îran weke "terorkirin" bi nav kir.