Merkel: Ti pêşveçûn di pêwendiyên Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyê de tine

Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel ragihand ku ti pêşveçûn di pêwendiyên Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyê de tine.

Navenda Nûçeyan (K24) - Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel ragihand ku ti pêşveçûn di pêwendiyên Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyê de tine û di Lûtkeya Yekîtiya Ewropayê de, sizdana Tirkiyê di rojevê de ye.

Angela Merkel destnîşan kir ku ji civîna Cotmehê ve, di navbera Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyê de astengî û zehmetiyên mezin hene û "mixabin di pêwendiyên ligel Tirkiyê de pêşveçûn çênebûye".

Merkel da zanîn ku di Lûtkeya Yekîtiya Ewropa ya meha Kanûnê de, mijara Tirkiyê di rojevê de ye û ew nizanin gotûbêj dê çawa encam bibin.

Herwiha li ser vegera keştiya Oruç Reis a Tirkiyê, ku li rojhilatê Deryaya Spî li çavkaniyên enerjiyê digeriya, Merkel eşkere kir: “Vegera keştiya Oruç Reis bo bendera Tirkiyê, beriya lûtkeyê nîşaneyeke baş e.”

Angela Merkel destnîşan kir ku ev mijar di lûtkeya 10-11ê Kanûnê de dê were axaftin.