Kamîran Haco: Destûr ji bo Sûriyê bingeha çareseriya siyasî ye

Endamê Desteya Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê yê di Komîteya Destûrê ya Sûriyê de Kamîran Haco li ser danûstandinên li Cinêvê axivî.
kurdistan24.net

 

Hewlêr (K24) – Endamê Desteya Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê yê di Komîteya Destûrê ya Sûriyê de Kamîran Haco ragihand: “Meseleya proseya siyasî tiştek nîne ji xeynî meseleya destûrê, li vir bi tenê em bi rejîmê re li masekê rûdinin ji bo çareseriyekê deynin.”

Li Cinêvê civînên komîteya destûrê ya Sûriyê bireve diçe û di vê civînê de aliyên opozîsyonê û aliyê hikûmetê û herwiha aliyên tevgera sivîl a demokratîk a Sûriyê tê de amade ne.

Endamê Desteya Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê yê di Komîteya Destûrê ya Sûriyê de Kamîran Haco ji Cinêvê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û bersiv da pirsên Cemal Batun.

Li ser pirsa "Gelo rewşa danûstandinan ber bi erênî ve diçe?" Kamîran Haco diyar kir: “Heta niha bûye du roj, em gelek li ser pirsa destûrê radiwestin, lê aliyê rejîmê li ser penaberan bi girîngî radiweste. Kongreyeke penaberan li Şamê çêbû, gelek welatan protesto kirin û neçûn.”

Kamîran Haco destnîşan kir: “Meseleya proseya siyasî tiştek nîne ji xeynî mesela destûrê, li vir bi tenê em bi rejîmê re li masekê rûdinin ji bo çareseriyekê deynin. Eger eva ku em dikin hinekî bimeşe, divê bingehek be ji bo çareseriya siyasî ya giştî.”

Kamîran Haco destnîşan kir; heta niha xuya nake ku lihevkirineke siyasî heye û got: “Ji aliyê rejîmê ve ti jidilbûnek nîşan nedaye mixabin. Ez bawer im, ev jî girêdayî wê yekê ye ku ew dizane eger pêşketinek çêbibe, dikare rejîm tevde hilweşe.”

Haco herwiha dide zanîn: “Hê jî vîneke navnetewî xweş xuya nekiriye ku ev pirs çareser bibe, ji ber vê jî rejîm di wê nakokiyê de lîstika xwe dike. Lîstika wê jî ew e weke me gotiye, naxwaze ti destûra nû binivîse. Kengî dê mecbûr be? Wextê ku lihevkirinek li derveyî îrada wê hebe, an jî lihevkirinek hebe ku birastî jî rejîm guhertinek tê de çêbe, heta niha xuya nake mixabin.”