Li navçeya Egilê ya Diyarbekirê Konsera Amîda

Konserên Amîda li şûnwarên dîrokî yên Diyarbekirê tên li dar xistin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Konserên Amîda ku li şûnwarên dîrokî yên Diyarbekirê tên li dar xistin, di serdema pandemiyê de dîrok û hunerê pêk ve digihîne welatiyan. Konserên ku her carê bi konseptekî cuda, bi hunermendên cuda re û li ciyên dîrokî yên cuda tên li dar xistin, bi rêya online, li ser medya civakî derfetê temaşe kirinê ji bo welatiyan peyda dike.

Pêşkêşkirin û tomarkirina konserên Amîda, li Diyarbekirê berdewam dikin. Xala sêyemîn ya konserên ku li şûnwarên dîrokî, bi hunermendên cuda re tê li dar xistin, Egil a navçeya Diyarbekirê bû ku bi behmen û xwezaya xwe ciyekî qedîm û dîrokî ye. Konserên ku li ser medya civakî online tên weşandin jî baldariyeke baş ji welatiyan jî dibînin.

Endamê Meclîsa rêvebiriya Jûra Pişesazî û Bazirganiya Diyarbekirê DTSO'yê Hesen Gunduz ku bi xwe jî, ji Egilê ye da zanîn ku mebseta wan ew e ku xweşiyên bajarên xwe bi muzîkên ciyewaz hem bo welatiyên xwe, hem jî ji bo cihanê bidin nasîn.

Hesen Gunduz ji K24ê re got: "Me wek Jûra Bazirganiya Diyarbekirê projeya li 10 ciyên dîrokî 10 konser dane dest pê kirin û îro jî em li Egilê ne. Bi 2 komên muzîkê re em bajarê xwe didin nasîn. Em bi vê projeyê bi hunermend û komên muzîkê yên cuda re, li her carê li ciyekî dîrokî konseran li dar dixin û tomar dikin."

Hunermend û muzîkjenên ku beşdarî projeyê jî dbin, tînin ziman ku ji wan kêfxweşiye ku bi mûzîk û melodiyên Kurdî, bajar û welatên xwe didin nasîn.

Koma LawJe jî ji hunermendên ku ji başûrê Kurdistanê ne pêk tê û solîstê komê Ali Tekbaş tîne ziman ku li ser keleya Egilê, beşdarbûna vê projeyê wan kelecanî dike û pê kêfxweşin ku projeyên wiha tên birêve birin.

Hunermend Alî Tekbaş ji K24ê re got: "Em kêfxweş in ku hevalan me li Egilê kirine mêvan û emê jî sitranên xwe li gel vê dîrokê têkilî hev bikin. Ciyêkî dîrokî û pîroz e ku belkî destpê çand û şaristaniya ye. Emê li vê derê bi stranên xwe yên dîrokî û nûjen, bi dengên xwe li ser vê keleya mezin û dîrokî bi wan kesên k udi dîroka vê derê derbas bûne bidin guhdarî kirin."

Projeya Konserên amîda bi piştgiriya jûra bazirganiya Diyarbekirê, heta niha li 3 ciyan hat li darxistin û dê 7 konserên din jî li ciyên cuda bên li dar xistin. Konserên ku tên li dar xistin li ser medya civakî jî tên weşandin û di serdema pandemiyê de welatî pê bêhneke dîrokî û hunerî didin.