Parêzgarê Duhokê: PKKê ziyan gihandiye aboriya Herêma Kurdistanê

Parêzgarê Duhokê Elî Teter radigihîne, ji ber hebûna PKKê li gundên devera Badînanê, bi sedan gund nehatine avedankirin û wê yekê jî ziyaneke mezin gihandiye aboriya Herêma Kurdistanê.
kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Duhokê Elî Teter radigihîne, ji ber hebûna PKKê li gundên devera Badînanê, bi sedan gund nehatine avedankirin û wê yekê jî ziyaneke mezin gihandiye aboriya Herêma Kurdistanê.

Parêzgarê Hewlêrê Elî Teter di konferanseke rojnamevanî de ragihand, yek ji pirsgirêkên sereke yên aboriyê li Herêma Kurdistanê ew e, ji ber hebûna PKKê û şer wê bi Tirkiyê re ye, bi sedan gundên sînorî nehatine avedankirin.

Got jî: PKKê tenê guh nade daxwazên hêzên kurdî, dema daxwaza vekişandina ji Şingalê jê dikin. Lê li Şingalê li ser daxwaza hikûmeta Iraqê û li Efrînê jî li ser daxwaza Tirkiyê vekişiya.

Parêzgarê Duhokê diyar kir: “PKK bû sedema pirsgirêkên Şingalê, li perçeyên din yên Kurdistanê jî bûye pirsgirêk. Mixabin li Herêma Kurdistanê jî bûye sedema neavedankirina bi sedan gundên devera Behdîna. Ev jî bûye sedem bargiraniyekê li ser aboriya Herêma Kurdistanê”.