Aldar Xelîl: Şanda Siwêdî piştevaniya xwe ji diyaloga kurdî – kurdî re nîşan da

Endamê Deseya Serokatiya PYDê Aldar Xelîl ragihand, Siwêd piştevaniya xwe ji diyaloga Kurdî - kurdî re tekez kir.
kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Deseya Serokatiya PYDê Aldar Xelîl ragihand, Siwêd piştevaniya xwe ji diyaloga Kurdî - kurdî re tekez kir.

Şandek  Wezareta Derve ya Siwêdê çend roj in li  rojavayê Kurdistanê ye. Duhî jî li gel Partiyên Yekîtiya Niştîmaniya Kurdî (PYNK) civiya.

Li gor zanyariyên peyamnêra K24ê li Qamişlo, şanda Siwêdî di civînê piştevaniya xwe ji diyaloga Kurdî - kurdî li Rojavayê Kurdistanê re nîşan da û amdebûna welatê xwe ji bo  her alîkariyê jî anî ziman.

Di vê derbarê de Endamê Deseya Serokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl ji K24ê re got: Siwêd piştgire ji diyloga kurdî – kurdî re û sedema vê yekê ew e ku kurd li Sûriyê xwedî projeyeke demokratîk in.

Aldar Xelîl amaje be bi helwesta Wezîra Derve ya Siwîdê Ann Linde ya li Enqerê ya derbarê destêwedana Tirkiyê di Sûriyê û rojavayê Kurdistanê de da û ragihand, pêşketin û guhartinên li navçeyê rû didin, dibin sedem ku welatekî weke Siwêdê helwesta xwe zelal bide.