Serkideyeke PYD: Diyaloga kurdî ji ber mercên ENKSê hatiye rawestandin

Serkirdeyeke PYDê radigihîne, ji ber mercên ENKSê, diyaloga kurdî gihîştiye riyeke girtî û ew mercên ENKSê qebûl nakin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serkirdeyeke PYDê radigihîne, ji ber mercên ENKSê, diyaloga kurdî gihîştiye riyeke girtî û ew mercên ENKSê qebûl nakin.

Endama Desteya Serokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foze Yûsif di hevpeyvînekê ligel medyaya PKKê de ragihand, tevî ku danûstandinên yekrêziya aliyên kurdî li rojavayê Kurdistan qonaxên baş derbas kirine, lê niha ew danûstandin gihîştiye riyeke girtî.

Foze Yûsif diyar kir, ji bilî guhartina nûnertiya aliyê Amerîkî ya ku serperiştiya diyaloga kurdî dike, lê sedema sereke ya rawestandina danûstandinan, mercên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ne. ENKS roj bi roj mercên nû yên zehmet pêşkêş dike, ew jî nayin qebûlkirin.

Got jî: “ENKS dixwaze nimûneya Herêma Kurdistanê li rojavayê Kurdistanê bi cih bike û desthilatê nîvenîv parve bike, lê ev yek bi rewşa Rojava re nagunce, ji ber ku her herêmekê taybetmendiyên wê hene.”

Endama Desteya Serokatiya PYDê dibêje, sardana ENKSê ji bo Tirkiyê û hevdîtinên bi berpirsên Tirkiyê re û çûna nûnerê ENKSê di nava şanda Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê de bo Efrînê, sedemên din ên rawestandina danûstandinan e.

Ji heyama zedetir ji 9 mehan e, bi serperiştiya Amerîka û piştevaniya Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdê, ENKS û PYNK danûstandinên yekrêziyê dikin û danûstandin gihîştiye qonaxa sêyemîn.

Li gor berpirsên her du aliyan, zêdetir ji mehekê ye diyaloga Kurdî rawestiya ye, ji ber ku endamên nûnertiya Amerîka ku serperiştiya diyalogê dikin, ji ber hilbijartinên serokatiya Amerîka, vegeriyane welatê xwe.

Pêştir jî Endamê Polîtburoya PDK-Sê Muhsin Tahir ji K24ê re tekez kir, ENKS rijd e li ser berdewamî û serxistina diyaloga kurdî û her çi astengî li pêş diyalogê hebe jî dê kar ji bo rakirina wan astengiyan bikin. Herwiha got: Lê divê ev vîn jî li cem aliyê PYNKê jî hebe.