Daxwaza berastengan guherîna hişmendiya giştî ye

Di roja 3yê Kanûnê ya Roja Berastengan a Cîhanî de, berasteng tînin ziman ku bi salan e, ew heman daxwazan dikin û tu guherîn pêk nayên.

Diyarbekir (K24) – Di roja 3yê Kanûnê ya Roja Berastengan a Cîhanî de, berasteng tînin ziman ku bi salan e, ew heman daxwazan dikin û tu guherîn pêk nayên. Balê jî dikşînin ku heger hişmendiya li hember berastengan biguhere dê guherînên erênî jî peyderpey bên bicihkirin.

Li Diyarbekirê jî bi mebesta 3yê Kanûnê 'Roja Berastengan a Cîhanî' de, çalakî û daxuyaniyên ji bo hişyarî û baldarî ji bo berastengan peydakirinê hatin lidarxistin. Komele û fedarasyonên berastengan bi awayekî online civînan pêk anîn û Partiya Pêşketin û Demokrasiyê DEVAyê jî daxuyaniyek belav kir.

Rêvebera polîtîqayên civakî ya DEVA ya Diyarbekirê Canan Okay ragihand ku ev mehekê ye li Diyarbekirê serdana saziyên berastengan û yên sivîl dikin û dê ji bo piştgiriya berastengan wan xebatên xwe bê rawestan berdewam bikin.

Canan Okay ji Kurdistan24ê re ragihand: “Piştî ku min serdana berastengan kir, min kêmasiyên me hemûyan yên li hember berastegan baştir dît û ez gelek pê diêşêm. Divê partiyên siyasî û saziyên sivîl di serî de, hemû civak di serî de astengiyên li pêşiya wijdanên xwe ra bikin da ku bo berastengan helwest û hişmendiyeke nû peyda bibe.”

Partiyên siyasî jî, berasteng jî, balê dikşînin ku kêmbin jî derfetên perwerdehî û xwe bipêşxistinê ji bo berastengan hene, lê bi taybet piştî dibistana seretayî kêmasiyên mezin û bê derfetî peyda dibin.

Seroka Komeleya Astengdarên Fêhmî ya Diyarbekirê ku di federasyonên berastengan yên li Tirkiyê de jî rêvebirî dike Gunul Înal 75 salî ye û 50 sal e jî ji bo mafên berastengan têkoşîn dide. Gonul Înal hem wext dayîka berasteng Sertaç e. Gonul Înal tîne ziman ku wek fêhmî û fizîkî 3-4 astengiyên kurê wê hebûne ku niha ew jî 50 salî ye û wê ji bo gihiştina kurê xwe hewldan û têkoşîn daye destpêkirin ku niha ji bo hemû berastengan wê têkoşînê didomîne.

Gonul Înal diyar kir: “Divê em roja berastengan rojekî na her roj ji bîr nekin. Yanî li welatê me rojeke pîrozbahî tên kirin û hemû kêmasî û gazinc jî her wek xwe dimînin. Divê wisa nebe. Niha kurê min karekî dike. Lê ji bo ku ez wî bigihînim bi rastî min kedeke mezin da. Min bi berastengiya Sertaç re dest bi têkoşînê kir û niha ji bo hemû berasteng û mafên wan têkoşîn didim.”

Hêjayî gotinê ye ku ji %12 nufûsa Tirkiyê ji berastengan pêk tê.

Omer Baran jî ji ronahiya çavên xwe bêpar e û niha wek hiqûqnas û parêzerekî ye. Baran di Federasyona Pêkhateyên Bêasteng de jî rêvebire û ji bo mafên berastengan hewlan dide. Omer Baran tîne ziman ku zagon jî tên derxistin, lê di pratîkê de, em 10 sal berê li ku bûn, hêj jî li wir in.

Rêveberê Federasyona Pêkhateyên Bêasteng Omer Baran eşkere kir: “Li Tirkiyê bicihkirina zagonan bi pirsgirêk e. Yanî ji bo berastengan dê zagonekî derbixin ev 3 sal e ku tê taloqkirin, dîsa pêwistiyên ku zagonên hatine derxistin û peyamnên hatine îmze kirin jî nayên bicih kirin. Loma jî em her car û her sal heman daxwazan dikin. Dibêjin ku vê hişmendiya xwe biguhêrin.”

Her çiqas astengî û zehmetiyên li pêşiya berastengan berdewam û zêdebin jî, gelek caran wan astengan derbas dikin û serkeftinên mezin bidest dixin.