Li Wanê dîwanxaneya dengbêjiyê

kurdistan24.net

Wan (K24) - Herema Serhedê, di çanda dengbêjî û bêjeyî de çavkaniyeke girîng e ku Evdalê Zeynikê û Şakiro jî di nav de bi sedan dengbêjên bi nav û deng, bi gotin û melodiyên xwe çanda dengbêjî gihandinê îro. Dengbêjê Colemêrgî Îsmaîl Seyranoglû jî ji bo berdewamiya vê çandê, dîwanxweneyê li Wanê vekiriye.

Serhed: Herêmeke Bakurê Kurdistanê ye. Bajarên Çewlîg, Erzirom, Mûş, Agirî û Qers (Serhed) li Bakûrê Kurdistanê û herêma sersînorî ya li parêzgeha Azerbaycana Rojava dikevin nav tixûbe vê herême. Navê xwe ji “serxet“ê digre.

Îsmaîl Seyranoglû balê dikşîne ku her gotinên dengbêjan ji hêst û boçûnên gel û welatên xwe agahiyên nimûne radigihînin û ev çanda qedîm jî divê bi nivşên nû re berdewam bike.

Mamosta Seyranoglu ji bo Kurdistan24 dibêje, "Armanc û sedema hatina me ya Wanê, ji ber ku bajarekî li ser gelek sînora ye. Loma jî em dikarin liv ir baştirîn dengbêjî bikin. Me dîwanxane vekiriye û li gor derfetên xwe li vê derê em perwerdeya dengbêjî didin. Ji bilî dengbêjÎ jî, ji bo bi pêşxistina çanda çanda Kurdî jî çi ji destên me bê, emnîşanî nivşên nû didin. Nexweşîna vîrusê li ser me jî gelek bandor kiriye û em jî di vê werzê bi awayê online dersen xwe didin."

Şagirtên dîwanê û Îsmaîl Seyranoglû jî tînin ziman ku ew bi derfetê ku çanda xwe ya qedîm dengbêjiyê fêr dibin şanaz in.

Bedran Adil û Sûat Şeylan jî 2 şagirtên dengbêjî ne û hêst û boçûnên xwe ji bo Kurdistan24 wiha radigihînin.

Şagirtê dengbêjiyê Berdan Adil dibêje, "Ev derfeteke ji bo dengbêjên ciwan yên ji devera Wanê, Colemêrgê, Mûşê, Erdîşê û Agiriyê ku dengbêj kom dibin. Beriya ku pandemî dest pê bike gelek ciwanên ku dixwestin dengbêjî fêr bibin dihatin û niha jî li ser compîturan perwerdehî online tê dayîn."

Sûat Şeylan derheqê naveroka perwerdehiyê de agahiyan dide û wiha dibêje: "Em hatin vira da ku li gel Îsmaîl Seyrnoglû fêrî dengbêjiyê bibin, ka dengbêjî çi ye û naveroka wê çi ye?. Dengbêjên wek Şakiro û Hecî Evdilkerîmê Patnosî ku ew qas kilamên xweş gotine; ka derdên wan çi bû ye, Min wisa xeyal kir ku ev bên li gel mamoste naveroka dengbêjiyê fêr bibim û înşelah di rêya degbêjiya de berdewam bimînin."

Hêjayî gotinê ye ku çanda dengbêjî, bi taybet bi pêşketina teknoliyê re di bin metirsiya têkçûnê de jî tê dîtin û ciwan û dengbêj jî radigînin ku derfet û hewldanên wiha dê pêşî li wê metirsiyê jî bigirin û bi nivşên nû re dê ev çand jî berdewam bimîne. (Peyamnêr: Zekî Dara, freelance, WAN / Montan : Cûma Kiliç.)