“Du profesorên li Almanyayê vaksîna Korona dirust kirine kurd in”

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Du profesorên kompanyaya BioNTech a Almanî yên bi hevbeşî ligel kompanyaya Pfizer, vaksîna Koronayê berhem anîne, jin û mêrekî kurd in.

Serokê Beşa Hawarhatinê li Berlînê Dr. Ekrem Nasan beşdarî bulteneke K24ê bû û derbarê dawî zanyariyên li ser vaksîna Koronayê ragihand, vaksîna nû şansa wê baş heye bi ser Koronayê bikeve û heta serê salê dê îcazê werbigirin ji bo ku dest bi berhemanînê bikin. Bi meha Nîsana bê re jî dê bê belavkirin.

Diyar kir jî, kompaniya BioNTech û Pfizer a Almanî û vaksîna Modren a Amerîkî, nexweşiyê ranawestînin, belkû berevaniyên gewdê mirov bihêz dikin.

Dr. Ekram Nasan di beşeke din ji axaftinên xwe de hoşdarî da ku vaksîna ku ji aliyê kompaniya BioNTech û Pfizer a Almanî ve hatiye berhemanîn ji ber ku pêwîst e 70 pile li jêr sifira silyse were hilanîn. Nabe li Kurdistan û welatên Rojhilata Navîn were peyda kirin, ji ber ku eger were şandin ti alav ji bo hilgirtina vê germahiya nizim nine.

Ji bo Korona çareseriya herî baş, li gorî doktorê Kurd ê Berlînê, xelk xwe biparêze û pabendî rênimayên tendirustiyê bibin.

Dr. Ekram diyar kir ku du profesorên kompanyaya BioNTech a Almanî yên vaksîna Koronayê çêkirine jin û mêr in û her du kurdên Elewî yên bakurê Kurdistanê ne û dema komkujiya Sêwazê rû daye malbata wan koçberî Almanyayê bûne.