Li Tirkiyê bi sedan şano hatin girtin

Li Tirkiyê bi sedan şano hatin girtin, bi hezaran şanoger bê kar man.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Li Tirkiyê yek ji wan kertên ku herî zêde ji pandemiyê bandor wergirtî kerta çand û hunerê ye. Taybet şano û şanogerên Tirkiyê div ê proseyê de tûşî rewşeke gelekî ziyandar hatin. Li gor amaran ji meha sibatê ve li Tirkiyê ji ber qedexeyan bi sedan şano hatin girtin û bi hezaran şanoger jî bê kar man.

Li Tirkiyê ji ber koronayê gelek çalakiyên hûnerî rastî astengiyan tên û nayên kirin. Herwiha ji ber qedexeyan karên hûnerî ku hatine asta rawestînê, taybet li ser jiyana hûnermendan û kesên ku debara xwe bi karên hûnerî dike ziyanên mezin çêdike. Şanogerên li Stenbolê diyar dikin ku wan van 9 mehên dawî bi tu awayî nekarîne hûnera xwe peşkeş bikin û ji ber wê hem di warê hunerî hem jî di warê aborî de bi rewşeke ziyandar re rû bir û ne. Derhênera Şanoyê Ece Karakutu jî li ser vê mijarê amaje dike li Stenbolê ligel girtina sehneyan zêdetirî 100 şanoyên taybet jî yek car belav bûne û deriyê xwe girtine.

Derhênerê Şanoyê Ece Karaku ji K24ê re got: "Mixabin vayrûsa koronayê herî zêde bandor li ser karê me kir. Beşek ji şanogeran bi harîkariyeke biçûk ku ji aliyê Wezareta Çandê ve tê kirin debara xwe dikin lê şanogerên ku bi awayekî fermî nehatine tomarkirin nikarin vê harîkariyê jî bistînin. Ligel girtina şanoyan bi sedan şanoger jî di vê proseyê de bê kar man."

Ji ber qedexeyên pandemiyê pirraniya şanogerên di vê proseyê de bê kar mane wekî kertên din yên xebatê nekarîn bi karên din jiyana xwe bidomînin ji loma hejmara şanogerên bê kar roj bi roj zêdetir bû. Li aliyekê welatî jî vê rewşê rexne dikin û dibêjin ligel ku li mizgeftan kombûn serbest e lê girtina şanoyan neheqiyek e.

Welatiyek dibêje: "Bi ya min divê çalaki û xebatên hunerî di vê proseyê de jî berdewam bikin. Bi vî awayî hem em dê bo hunermendên xwe bibin harîkar hem jî hüner dêberdewam bike. Bi ya min wekî di îbadetê de dikarin bi bergiriyan destûr bo çalakiyên hunerî jî bên dayîn."

Şanoyên taybet ji Sibata 2020an ve ye girtî ne. Herwiha ligel ku di mehên havînê de bergirî hinekî hatin sistkirin jî lê welatiyan dîsa ji ber metirsiya koronayê zêde eleqe nîşanî çalakiyên hunerî nedan. Niha jî ji ber qedexeyên nû temaşeya şanoyan hatiye qedexekirin û ev şanoyên taybet ji hêla dewletê ve li benda harîkariyekê aborî ne.