Neteweyên Yekbûyî 370 milyon dolar ji bo têkoşîna qeyranan kom kir

Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniyekê de ragihand; bi mebesta alîkarî û têkoşîna li dijî qeyranên sala 2021ê, li New Yorkê bi rêya vîdeo konferansê, kongreyek ji bo alîkariyan saz kir.
Ala Neteweyên Yekbûyî
Ala Neteweyên Yekbûyî

Navenda Nûçeyan (K24) – Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniyekê de ragihand; bi mebesta alîkarî û têkoşîna li dijî qeyranên sala 2021ê, li New Yorkê bi rêya vîdeo konferansê, kongreyek ji bo alîkariyan saz kiribû û zêdetirî 370 milyon dolar ji bo sindoqa alîkariyê hat berhevkirin.

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Mark Lowcock ku serperiştiya sindoqa alîkariyan dike, ragihand: “Ev sindoq ji sala 2005an ve hatiye pêkanîn. Îsal alîkariya bi milyonan kesan kiriye, ku pêwîstiya wan bi xurek, çavdêrî, cihê parastinê hebû.”
Li gor daxuyaniyê, 50 aliyên ku alîkariyan didin, soza bexşandina alîkariyan kirine.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin: “Sindoqa Alîkariyan a Neteweyên Yekbûyî, di sala 2020an de, bi qasî 900 milyon dolar ji bo têkoşîna li dijî vîrusa koronayê, nexweşî, alozî û karesatên sirûştî bi kar anîne, alîkariya nêzîkî 65 milyon kesan li 52 cih û welatên cuda cuda kiriye.”