Projeyên li parêzgehên Silêmanî, Helebce û Germiyanê berdewam in

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rizamendî li ser terxankirina 35 milyar dînar (nêzîkî 300 hezar dolar) ji bo hejmarek projeyên stratejîk ên derbarê rê û banên Silêmanî, Helebce û Germiyanê de nîşan daye.
Xebatên çêkirina rêyan, wêne: arşîv
Xebatên çêkirina rêyan, wêne: arşîv

Silêmanî (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rizamendî li ser terxankirina 35 milyar dînar (nêzîkî 300 hezar dolar) ji bo hejmarek projeyên stratejîk ên derbarê rê û banên Silêmanî, Helebce û Germiyanê de nîşan daye.

Li gor daxuyaniya Wezareta Avakirin û Niştecîkirinê, li ser daxwaza Wezîrê Avakirinê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî rizamendî li ser terxankirina 35 milyar dînar (nêzîkî 300 hezar dolar) ji bo hejmarek projeyên stratejîk ên derbarê rê û banên Silêmanî, Helebce û Germiyanê de nîşan daye.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin; bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Serokatiya Dîwana Encûmena Wezîran roja 8ê Kanûna 2020an, nivîsek arasteyî Wezareta Darayî û Aborî kiriye û tê de rizamendî li ser terxankirina 35 milyar dînar nîşan daye.

Herwiha eşkere kiriye: “Terxankirina vê pereyê, ji bo 7 projeyên strarejîk e, ku ji çêkirina rêyên Dukan û Çarqurne, pir û nûkirina rêyên kevn, bi qasî 5 milyar dînar pêk tê. Terxankirina bi qasî 4 milyar dînar ji bo çêkirina rêya Warmawa û Zareyen û Derbendîxanê û nûkirina rêya kevn e. Terxankirina bi qasî 2 milyar dînar ji bo çêkirina pira Şaneder a rêya Seyîd Sadiq. Terxankirina bi qasî 3 milyar dînar ji bo çêkirina rêya bilez a Başmax û Pênciwên.”

Herwiha terxankirina bi qasî 4 milyar dînar ji bo çêkirina rêya Dukan û Çarqurneî pir û nûkirina rêyên kevn bi dirêjahiya 19 kîlometre (qonaxa duyem), terxankirina bi qasî 7 milyar dînar ji bo çêkirina rêrewa duyem a rêya Helebce û Seyîd Sadiq bi dirêjahiya 28.8 kîlometre, ligel terxankirina bi qasî 10 milyar dînar ji bi çêkirina rêya Kelar û Kifrî.

Hat eşkerekirin ku niha xebatên li beşeke van projeyan berdewam in û di demên borî de jî, Wezîrê Avakirin û Niştecîkirinê Dana Ebdulkerîm bi awayekî meydanî serdana wan projeyan kir.