Lijneya Ewlehiyê ya Silêmaniyê: Êdî rê li xwepêşandanên bêdestûr nayê dayîn
Silêmanî (K24) - Lijneya Bilind a Ewlehiyê ya Silêmaniyê agahdariyek li ser xwepêşandanên bêdestûr ên li çend deverên Herêma Kurdistanê belav kir.
Daxuyaniya Lijneya Bilind a Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê wiha ye:
1- Hêzen ewlehiyê êdî rê nadin xwepêşandanên bedestûr berdewam bibin û ser bikêşin bo alozî û tundiyê.
2- Ji niha û pê de hemû cûre kombûn û xwepêşandanên bêdestûr û ziyangihandin bi samanên giştî û taybet ku bo xizmeta hemwelatiyan in, qedexe ne, hêz berpirsiyar in bo ragirtin û serederîkirin di çarçoveya yasayê de.
3- Hemû ew kesên ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi rêkarên yasayî dê werin desteserkirin ku ziyan gihandine bi samanên dewlet û hemû ew kesên piştî handana wan kesan hebûn.
4- Ji hemû aliyên siyasî tê daxwazkirin ku berpirsane ligel rewşê serederiyê bikin.
5-Pêwîst e kanalên ragihandinê bi berpirsyarî serederiyê ligel rûdanan bikin.