Nûrî Birîmo: Heşd û PKK di nav xwepêşanderan de hene

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê–Sûriye (PDK-S) Nûrî Birîmo li ser xwepêşandanên van demên dawî yên li Herêma Kurdistanê, ku êrîşkaran baregehên partiyên siyasî şewitandin, ragihand: “Xelkê başûrê Iraqê jî di nav de hene, Heşd jî hene, PKK jî hene, ev hemû ji bo têkdana rewşê ye, ji bo fişarek çêbibe.”
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) - Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê–Sûriye (PDK-S) Nûrî Birîmo li ser xwepêşandanên van demên dawî yên li Herêma Kurdistanê, ku êrîşkaran baregehên partiyên siyasî şewitandin, ragihand: “Xelkê başûrê Iraqê jî di nav de hene, Heşd jî hene, PKK jî hene, ev hemû ji bo têkdana rewşê ye, ji bo fişarek çêbibe.”

Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Nûrî Birîmo beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser xwepêşandanên têkderane yên li Herêma Kurdistanê, bersiv da pirsên Cemal Batun.

Nûrî Birîmo li ser destêwerdanên PKKê yên li Herêma Kurdistanê diyar kir: “Mixabin PKK ne jî îro de destêwerdanê di beşên din ên Kurdistanê de dike. PKK hat damezrandin li ser xebata bakurê Kurdistanê, lê çû rojavayê Kurdistanê, başûrê Kurdistanê, rojhilatê Kurdistanê, ew destêwerdan, ew têkdan û çû kîjan beşî, li dijî tevgera siyasî yên li wî beşî kir.”

Birîmo eşkere kir: “Destên derekî tê de ne, ew destên derekî jî welatên herêmî ne, ji berjewendiya wan e têkdana rewşa Kurd û Kurdistanê.”

Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê got: “Roj bi roj rola PKKê zelal dibe, ku destekek ji destekên dewletê herêmî, dagirkerên Kurdistanê. Aniha îro mebest çi ye, têkdana rewşa Herêma Kurdistanê.”

Nûrî Birîmo destnîşan dike: “Tiştên ku li Silêmaniyê dibin, li qezayên Silêmaniyê dibin, birastî ne ku Kek Mesrûr tenê wisa got, xelkekî din jî di nav YNKê de, endamên serkirdetiya YNKê, me temaşe kir di wêneyên xwepêşandanan de cilûbergên rojavayê Kurdistanê li hinekan bûn.”

Birîmo herwiha diyar kir: “Ne tenê xelkê rojavayê Kurdistanê, xelkê başûrê Iraqê jî di nav de hene, Heşd jî hene, PKK jî hene, ev hemû ji bo têkdana rewşê ye, ji bo fişarek çêbibe.”

Nûrî Birîmo dibêje ku divê gelê Kurd ji PKKê re bibêje "bes e" û got: “Li Şingalê rêkeftineke Bexda û Hewlêrê çêbûye û Neteweyên Yekbûyî li ser xetê ye, Amerîka li ser xetê ye, li devera Şehba penaberên me xelkê Efrînê cih û warê xwe hiştine hatine bin çadiran, xwepêşandanan dikin û dibêjin 'em li dijî rêkeftina Bexda û Hewlêrê ne'.”