ÎHD: Li Tirkiyê û Bakur herî zêde mafê jiyanê hatiye binpêkirin

Li gor rêxistinên mafên mirovan, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê eşkence û kiryarên dijmirovahiyê zêde bûne.
kurdistan24.net

Enqere (K24) – Li Tirkiyê Komeleyên Mafê Mirovan derbarê binpêkirina mafên mirovî, kiryarên dijmirovahî û êrîşên li ser Kurd û zimanê Kurdî de raporta salane ji raya giştî re parve kirin. Di raportê de tê gotin ku li Tirkiyê herî zêde mafê jiyanê û îşkence zêde bûye, di girtigehen de her roj girtiyeke nexweş dimre û zext, qedexe û êrîşên li ser Kurdan û zimanê Kurdî jî zêde bûye.

Bi dawîbûna sala 2020an û bi 10ê berfanbarê roja Roja Mafê Mirovan de Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) raporta salane ya derbarê binpêkirinênê mafê mirovî yên Li seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ji rayagiştî re parve kirin.

Di destpêka daxuyaniyê de Hevserokê Komeleya Mafê Mirovan Oztûrk Tûrkdogan ragihand ku li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê herî zêde mafê jiyanê hatiye binpêkirin û Îşkence û kiryarên dijmirovahiyê zêde bûne.

Hevserokê KomeleyaMafê Mirovan Oztûrk Tûrkdogan got: “Di 11ê Mehên borî yên îsal de bi destê hêzên asayîşê 14 kesan canê xwe ji dest dan. Ji ber şer û pevçûnaên navbera artêşa Tirk û PKKê de 225 leşker, polis, gerilla û welatî mirine. Di dema leşkeriyê de 20 leşker an xwe kuştine an jî bişik mirine. Herwiha 2032 karker di dema kar de ji ber ku bergirî nahatin vergirtin canê xwe ji dest dan. Di 11ê mehan de 4 hezar û 120 kes rastî îşkence û kiryarên dijmirovahiyê hatine.”

Li gel vê yekê di raportê de tê diyarkirin ku li girtîgehên Tirkiyê niha 291 hezar û 456 kes dimînin û ji ber vîrûsa Koronayê jî hemû mafê van yên hiqûqî ji dest wan hatine derxistin û hema hema her meh nexweşeke girtî canê xwe ji dest daye.

Endama Lijneya Girtigehan Ya Komeleya Mafê Mirovan Nûray Çevîrmen ji K24ê re got: “Di girtîgehan de binpêkirina mafan di asta herî jor de ye. Mafê girtiyan yên axaftin û hevdîtina bi malbatên xwe re hatiye rakirin. Qedexeya rojname, televizyon û pirtûkan heye. Ya herî girîng jî di warê tendûristiyê de li girtîgehan kêşeyên mezin hene. Di heyama pandemiyê de berhem û maûrên paqijiyê nadin girtiyan û qet paqijî nayê kirin. Niha Hezar û 605 girtiyên nexweş hene û îsal 49 girtiyên nexweş canê xwe ji dest dane.”

Li gorî raporta salan ya hatiye amadekiirn de li bajarên Tirkiyê 14 êrîşên nîjadperestî li dijî welatî û karkerên Kurd pêk hatine û 7 welatiyên Kurd canê xwe ji dest dane. Herwiha di raportê de tê gotin ku li her derên Tirkiyê qedexe û tune hesibandina li ser zimanê Kurdî jî di asta herî jor de ye.

Herwiha di raporta salane ya ji aliyê Komele û weqfa mafê morvan ve hate ragihandin de di 11 mehên borî yên sala 2020an de 260 jin hatine kuştin, 230 jin rastî destdirêjî û 731 jin jî rastî tundiyê hatine. Tundiya li ser zarokan jî ji sedî 27,8 zêde bûye