Kalin: Tirkiye dixwaze rûpeleke nû bi Yekîtiya Ewropayê re veke

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê daxwaz ji serkirdeyên welatên Yekîtiya Ewropayê dike, cezayan li ser welatê wî nesepînin.
Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin
Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin

Hewlêr (K24) – Berdevkê Serokomariya Tirkiyê daxwaz ji serkirdeyên welatên Yekîtiya Ewropayê dike, cezayan li ser welatê wî nesepînin. Dibêje jî, Tirkiye dixwaze rûpeleke nû bi Yekîtiya Ewropayê re veke.

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin bi riya Internetê beşdarî simînareke navenda “German Marshall Fund” ya derbarê siyaseta derve ya Tirkiyê di bû û ragihand, “Sepandina cezayan ji aliyê Konseya Ewropayê ve li ser Enqerê, bêhêvîtî ye."

Kalin got: "Tirkiye siyaseta xwe ya derve li ser bingeha parastina mafên mirovan dimeşîne". Destnîşan kir ku "Zimanê gefa cezayan li ser Tirkiyê. Ti çareyê nîne."

Diyar kir jî: "Her çiqas sîstema navneteweyî piştî pandimiya Koronayê hatiye guhartin jî, lê Enqere beşek ji Hevpeymana Rojava ye."

Kalin diyar kir: "Dixwaza me ya berdewamiya di NATO û tevlîbûna temam di Yekîtiya Ewropayê de, nayê wê wateyê ku em pêwendiyên xwe bi Rûsya û welatên Rojhilata Navîn re qut bikin."

Tekez kir jî, welatê wî dixwaze rûpeleke nû bi Yekîtiya Ewropayê re veke û dixwaze pêşketin di danûstandinên endametiya wê di Yekîtiya Ewropayê de çêbibe.

Derbarê nakokiyên li rojhilata deryaya Sipî de, Kalin destnîşan kir, Tirkiye amade ye bê mercên pêşwext, hemû danûstandinên di wê derbarê de bike. diyar kir jî, ji bo çareseriya krîza Qibrisê, Tirkiye ev çend sal in pêşniyaran dike, lê hikûmeta Qibrisê hemû însiyatîfên ji bo çareseriya krîzê red dike."

Kalin rexne li helwestên hin welatên Ewropayê girt ku daxwaz dikin Tirkiye mercên "Qibrisa Romê" qebûl bike. Destnîşan kir ku Enqere "li yekîtiya giravê digere, lê Yûnanîstan û Qibris wê yekê red dikin."

Ev gotinên Kalin di demekê de ne, biryar îro û sibe welatiyên Yekîtiya Ewropayê bicivin û danîn cizayên aborî li ser Tirkiyê û hin mijarên din gengeşe bikin.