Geştên esmanî yên navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê dest pê dikin

Kompaniya Rêyên Esmanî ya Iraqê ragihand; geştên esmanî yên navbera balafirgehên Iraq û Herêma Kurdistanê û Balafirgeha Gatwick a Londonê dest pê dikin.
Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê
Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê

Hewlêr (K24) – Kompaniya Rêyên Esmanî ya Iraqê ragihand; geştên esmanî yên navbera balafirgehên Iraq û Herêma Kurdistanê û Balafirgeha Gatwick a Londonê dest pê dikin.

Hat ragihandin ku 19ê vê mehê, yekem geşta esmanî ji Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê û ji Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê bo Balafirgeha Navdewletî ya Gatwick a Londonê dê were encamdan.

Geştên esmanî dê rasterast bibin û ji her sê balafirgehên navdewletî yên Hewlêr, Silêmanî û Bexdayê ve werin encamdan.