Li Amerîkayê di serdema Trump de kesekî din jî hat darvekirin

Desthilatdarên Amerîkayê nehem sizayê darvekirinê di dema desthilatdariya Serokê Amerîkayê Donald Trump de cîbicî kir.
Şêwaza darvekirinê ya Amerîkayê
Şêwaza darvekirinê ya Amerîkayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Desthilatdarên Amerîkayê nehem sizayê darvekirinê di dema desthilatdariya Serokê Amerîkayê Donald Trump de cîbicî kir.

Brandon Bernard bi tawaneke kuştinê ya berî 20 salan hatibû tawanbarkirin û siza bi ser wî de hat sepandin û bi şêwaza Amerîkayê hat darvekirin.

Bernard di sal 1999an de ligel çend xortên din, jin û zilamek revandibû û ew neçar kiribû ku pere bidin wî û piştî kuştina wan, termên herduyan di nav otomobîla wan de şewitandibû.

Gelek kesan daxwaz kiribûn ku Brandon Bernard neyê darvekirin, ji ber ku di zindanê de reftarên wî baş bûne û dema ew tawan kiribû, temenê wî biçûk bû.

Yek ji wan kesên ku daxwaz dikirin Brandon Bernard neyê darvekirin, stêrka televîzyonî Kim Kardashian bû. Lê belê Donald Trump guh neda daxwaza wan.